Mirovahî pêvajoyeke wisa dijî ku ji mafên zarokê/a hîn nehatiye dinê heta mafên sewalan, di wateyeke berfireh de pênasekirina mafan tê kirin û hemî kes kirine xwedî maf. Ev mafên hanê wekî, “Mafên mirovan ên 3 nifşan” hatine formulekirin û heta ku daxwazên civakî zêde bibin û têkoşîn bê dayîn, ew jî dê hîn zêde bibin. Ev jî pêwîstiyek diyalektîka civakî ye.
Li hemberî vê rastiyê kurd jî nêzî 40 milyonan in, lê hîn jî di bin zordariya dewletên mêtingehkar û dagirker de tên girtin. Wekî miletek ku divê bê tunekirin û hebûna wî tê înkarkirin tê nirxandin. Ji ber vê yekê jî kurd neçar dimînin ku ji hemû kesî re bêjin “em hene, dîrokeke me jî heye” û têkoşîna îspatkirina vê yekê didin. “Bêguman ji bo kesek an jî civakekê nîqaşkirina hebûna xwe rewşekî gelekî bi talûke û rezîl îfade dike. Ev jî xetek zirav a di navbera jiyan û mirinê de îşaret dike.” Belkî jî ji bo kurdan tişta herî zor ew e ku ji kesên ferq nekirine ew rastî qirkirinê tên re, vê qirkirinê vebêjin û bi wan bidin fêmkirin.Rewşa kurdan, rewşa “Dijî û najî” jî li paş hiştiye. Gotina, “Fermana mirina kurdan hatiye îmzekirin û ev ferman ji aliyê hêzên ku îdîa dikin ew cîhanê birêve dibin ve hatiye erêkirin” propaganda nîn e, rastiyek ku tu şik û guman tê de nîn e ye. Gotina Serokwezîrê TC’yê Tayyîp Erdogan e wekî, “Tu nefikirî nîn e” mixabin gotinek ku ji bo kurdan hatiye gotin e. Ev kesê ku xwe xweser (di wateya ku mînaka wî tune ye) dibîne, her wiha xwe wekî rizgarkerê gelên Rojhilata Navîn, azadîparêz nîşan dide, gotina xwe naveşêre, têkilî hemû kesî dibe û wekî modelekî tê pêşkêşkirin, li aliyê din miletekî, hebûnekê tune dihesibîne. Ji vê jî wêdetir, ji vî miletî dixwaze dest ji “fikirandinê” ku sermayeya wî ji yên din cuda dike û belkî jî tekane sermayeya wî ye, berde. Yanî dibêje, “nefikirin.” Em ji sewalan lêborîna xwe dixwazin, lê dibêje, “bibin sewal.” Ev rewşa nenaskirinê, bêguman ji ber nepênasekirina kurdan, ji ber ku kurd tiştekî nayê zanîn in, naqewime. Berevajî vê ji ber rezîlî û lanetbûyîna serdestan diqewime. Her wiha ji ber ku her tiştekî berevajî dikin û ji mirovan cudadir veguherîne dehbeyekî, ev yek pêk tê.
Li aliyekî miletekî ku şaristaniya dewletî dixwaze bihelîne û tune bike, ji bo ku nas neke sed derewan dike; miletekî ku mêtigehkariya tirk jê re dibêje “Tirkên çiya”, mêtingehkariya ereb jê re dibêje, “Erebên Yemenê”, mêtingehkariya fars jê re dibêje, “yek ji me ye”, lê ev miletê hanê li gel van hemû pêkanînan jî, bêzar nabe, nayê rê û li ser koka xwe hêşîn dibe. Li aliyê din jî, sîstema hiyerarşîk û dewletparêz ku dîroka reziliyê çêkiriye û sûretên wê yên bi her cureyî… Sekna vî miletî ku bi şaristaniya çîndar û dewletî re di warê avasaziyê de li hev nake, her tim dûrî wê disekine, li dûrî navendên dewletan, li koşeyek an jî qeraxa wê dijî û sekna serdest a ku li dijî vî miletî bi hemû hêza xwe têdikoşe, divê wekî temsîla sîsteman bê nirxandin. Ev pêwîstiya diyalektîk a têkoşîna tê meşandin e.
Pêçeka berxwedana bêhempa û dilkeviriya sehmê dide, divê çawa bê fêmkirin? Evqas keftûleftkirina ji bo hebûnê û evqas keftûlefkirina ji bo tunekirinê an jî bi gotina Fethullah efendî ji bo “kolana koka wan” çawa tên ba hev? Çima ev hemû? Bersivên van pirsên ku mirov dikare zêdetir bike, girîng in. Bersivên em ê bidin ji bo fêmkirina rast a sekna vî miletê ku di dema mirov xwedî dewletekê be dihat wateya pereyê derbasdar de, bêdewlet bûye û li dijî dewletbûnê sekiniye, dewletbûnê hem wekî çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî, hem jî wekî astengiya li pêşiya çaserserkirina van pirsgirêkan dibîne û ev sekna wî hem di têkoşîna azadiyê ya dîrokê de hem jî di têkoşîna îroyîn de tê dîtin, pêwîst e. Li gel vê yekê ji bo ku rûyê rast ê sîstema hîyerarşîk û dewletî ku rasteqîniya gelê kurd piştguh dike, naxwaza nas bike û dixwaze tune bike jî, ev bersivên hanê pêwîst in.
Stûnên avasaziya kurdan
Bêguman ji bo hemû civakan form û nirxên gerdûnî û hevpar hene. Mînak, li her derê forma yekemîn a civakî klan e (wekî malbateke berfireh). Beriya klanê merheleya heywaniyê ye, ji bo ku veguhere mirovan jî divê klaniyê bijî. Dîsa wekî qewmî jiyan, rastiyeke gerdûnî ye û di her civakê de hatiye dîtin. Ev mînakên hanê dikarin hîn bên zêdekirin. Di vê herikîn û pêkhatina dîrokî de hinek civak bûne civakên afirîner ên bingehîn; hinek civak jî, vana bi rêya bandora çandî û jêgirtinê (transfer) ji civakên din digirin. Mirovahî çêbûna li gorî cewhera xwe bi vî rengî pêk tîne, dîroka mirov û civakê jî bi vî rengî çêdibe.
“Israra (Kurdan) a ku wekî miletekî babikên (kabîle) çandî bimînin, tenê bi rewşa wan a parastinê ya li dijî hêzên şaristaniyê nayê îzahkirin. Ger ku çand bixwe xwedî kokên kûr nebe, yan ew bixwe dê medenî (uygar) bibe yan jî dê di nava şaristaniyên ku rê li ber çêbûna wan vekiriye de bihele. Em şahidiya bi hezaran babikên ku bi vî rengî heliyane dikin. Kurd di vî alî de civata miletekî ku mînaka wê tuneye ye.”
a- Wekî gelê neolîtîkê kurd
Heke dê di vê çarçoveyê de ji bo kurdan pênasekirinek bê kirin, pênasekirina wekî, “Kurd tam jî gelê neolîtîkê ye” dikare bibe yek ji pênasekirinên herî berbiçav. Mirovahî piştî ku bi milyonan salan wekî komikên klanan jiyan, derbasî asteke jorîn a civakê bû. Ev asta jiyanê jî ji ber erdnîgariya wê ya kêrhatî li Kurdistanê pêk hat. Mirovan li ser vê erdnîgariyê çandinî kiriye, sewal kehî kirine (kedîkirin), bi aboriyek ku têrî xwe dike hilberîn pêk aniye, gelek tiştên wekî pinc-qir û qaf (çanak-çomlek), tevnkerî, madenvanî û hwd. peyda kirine (dîtine) û bi vî rengî neolîtîk ku navê civakîbûn û jiyaneke nû ye, afirandiye. Daneyên di dest de jî rastiya ku neolîtîk li Kurdistanê hatiye afirandin, ispat dikin. Tişta ku ji daneyên nîjadnasiyî (etnolojîk), etîmolojîk û arkeolojîk û mînakên wên yên ku di roja me ya îroyîn de jî bi awayekî bihêz tên jiyandin derdikeve jî ev e: Dayik û bavên kurdan di vê demê de, avakarên esasî yên ziman û çanda herêmê ne. Di dîrokê de yên ku destpêkê ziman û nasname qezenç kirine kurdên destpêkê (proto-kurd) ne û di merheleya niha de ev nêrîn baweriya hevpar e.
Neolîtîk cihê beredayî bi gotina “Şoreşa herî mezin a dîroka mirovahiyê” nehatiye pênasekirin. Ger ku mirovê dema klanan li hemberê şertên zor ên xwezayê têkoşîna jiyanê nedabûya û li ser piyan nemabûya, dê mirov wekî çeşîdekê tune bibûya. Bi heman rengî ger ku şoreşên neolîtîk nebûna, mirovahiyê nedikarî ji civakîbûna bi rengê klanan ku bi milyonan salan dom kir û her tim xwe dubare dikir, derkeve û nedikarî derbasî asteke pêşdetir bibe. Neolîtîkê bi vî rengî mirovahî ji dubarekirinê, jirêzêbûnê rizgar kir û bûye pêkhatinek civakî ya herî bingehîn ku mirovan dike mirov, pêşve bide û civakîbûnê mezin dike.
Di dema neolîtîkê de nasnameyên nîjadî çêbûne, pêşveçûnên zimanî jî ku beriya hingê dest bi çêbûnê kiribûn jî, bi curebûn û dewlemendiya jiyanê re hîn zêdetir gihîştin. Komên ziman ên bi navê Hînd-Ewropa, Semîtîk, Sînîk ku di roja me ya îroyîn de jî herî zêde têne bikaranîn in, di vê demê de bûne xwedî nasname. Em bi rewşeke ku Rêbertiya me wekî, “Sosyolojiya bingehîn a çandê” dinirxîne û di dîrokê de ji bo geşedanên civakî yên “dema herî dirêj” bibandor bûne re rû bi rû ne. Dema di vî alî de lê bê nêrîn, ziman û çanda dema herî zêde bandor çêkiriye, çavkaniya xwe ji neolîtîkê digire. Cewhera civakîbûnê jî vê yek pêk aniye.
Civaka xwezayî ya ku civaka neolîtîk jî di nav de ye, civakek ku hîn pirsgirêkên civakî lê nehatine jiyandin e. Di civaka xwezayî de desthilatdarî, zayendîperestî, zordarî, newekhevî, mulkiyetiya taybet, bi kurtasî nexweşiyên şaristaniyê nebûn. Ev dem piştre dê di mîtolojiya Sumeran de wekî, “serdema zêrîn”, di ramangeriya olî de wekî, “bihuşt” û ji aliyê kesên li dijî şaristaniya dewletî têkoşînê didin ve jî wekî “dema têxwestin dîsa xwe bigihîninê” û “amargiyek (vegera dayîkê, azadî)” pêwîst bê binavkirin. Ji vê demê ji bo mirovahiyê zîhniyet û paradîgmayek maye. Ev zîhniyet û paradîgma alîkarî, piştevanî û kolektivîzmê digire nava xwe, girêdayî civakîbûnê hevdû temamkirinê, jiyana bi xwezayê re di nava ahengiyê de esas digire, xwezayê û yên di nava wê de jî wekî xwe candar dibîne, lewre jî cudahiya subje (kirde) û objeyê (amûr) ku wekî nexweşiyek şaristaniyê derket û mirov dikare wekî bingeha hemû pirsgirêkên civakî bibîne, nake, her wiha hemû hebûnan nake amûr. Em dikarin civaka xwezayî hîn zêdetir vebêjin. Lê tenê mirov dikare bêje ku civaka xwezayî civaka yekemîn e, civaka ku xerab nebûyî ye, li gorî cewherê çêbûyî ye. Veqetîna ji wê jî, mirov dikare wekî, dûrbûna ji mirovahiyê, jirêderketin û her cure pirsgirêkên civakî binav bike.
Erdnîgariya Kurdistanê piştî derketina ji Afrîkayê hemû pêvajo (Paleolîtîk, Mezolîtîk û herî dawî jî Neolîtîk) jiya ye. Kurdên ku wekî miletekî otantîk li ser vê erdnîgariyê dijîn jî, neolîtîk bi her awayî jiyane. Ji hêmanên bingehîn ên afirînerên neolîtîkê ne. Êdî wisa bûye ku mirov bêje di nava neolîtîkê de mane. Sedema vê jî ew e ku kurdan bi awayekî gelekî berfireh û kûr ev çand jiyaye û afirînerên wê yên bingehîn in. Lewre jî, ji jiyanek hatiye xwemalîkirin rizgarbûn tiştekî nepêkan nebe jî, hêsan nîn e. Her çiqasî ji ber bandora neyînî ya şaristaniya dewletî û çînî, hinekê serdaçûyîn çêbibin jî, mirov dikare bi rehetî bêje ku kurd di jiyana xwe ya civakî de alîkariyê, piştevaniyê, civakîbûnê esas digirin û aştîxwaz in.
b- Kurdên gundî
Neolîtîk şoreşeke gund û çandiniyê ye û kurd jî hîn miletek gundî ne. Kurd jiyanek gund-bejahî dijîn, loma jî, bi xwezayê re di nava hev de ne. Ev jî tê wateya ku kurd di heman demê de nêzî xwezayê ne. Bêguman kurdan jî di dîrokê de bajar ava kirine, lê ev nabe formeke serwer. Di nava kurdan de hem di wateya cîwarbûnê de, hem jî di wateya têkiliyên civakî û terzê jiyanê de, tişta serwer gund e. Taybetiya gund ew e ku zêdetirîn têkiliyên mervantî (xizmaniyê) esas in. Têkiliya mervantiyê nahêle ku çînayetiyeke teqez û newekhevî çêbibe. Serweriya têkiliya mervantiyê tê wateya bihêzbûna civakîbûnê, komunalîteyê û di wateya herî giştî de tê wateya bihêzbûna nirxên demokratîk û komunal. Çavkaniyên esasî yên ku civaka demokratîk hebûna xwe bi wan nîşan dide. Dî dîrokê de cihoka esasî ya ku nirxên mirovahiyê diherikinê ye. Li hemberî vê, bajar jî bûne cihên ku têkiliyên mervantiyê qut bûne û ji ber vê jî çînayetî serwer bûye, ji cewhera komunal dûrbûn û biyanîbûnek cidî tê jiyandin û dergûşiya dewletê dikin.
Gundîtî sînorbûnek e, tengbûna nêrînê ye, hela li hemberî geşedanên di roja me ya îroyîn de hîn zêdetir wiha ye. Lê divê bê gotin ku nêzikahiyên gundîtiyê paşverû dibînin û biçûk dibînin jî, şeklekî dûrketina ji cewherê civakî ye. Di bin van nêzikahiyan de, zîhniyeta ku jiyana bajarî, yanî jiyana dewletiyê pêşverû dibîne heye. Dildayîna jiyana bajarî, çûna ber bi wê ve, di rastiyê de beza ber bi dewletê û jehra ku dewlet bi armanca bêhişkirina mirovan dixe nava xwarinek xweş ve ye. Ger ku nirxên demokratîk û komunal esas bên girtin, -ku divê esas bên girtin, ji ber ku civakîbûn şertê hebûnê yê cureyê mirovan e. Hêmana bingehîn a ku dide jiyandin civakîbûn û komunalî ye, wekî pratîkbûna vê yekê jî exlaq e- gund û gundîtî ji çînayetî, serdestî, desthilatdariya bajaran û dergûşa dewletê ya ku her cure îstîsmarê dihilberîne pêşketîtir e û hîn zêdetir mirovî ye. Ji ber vê sedemê jî, belkî kurd ji ber gundîbûna xwe ji hinek aliyan ve bisînor û ji afirîneriyê bêpar bimînin, lê ji ber ku hîn zêdetir cewhera civakî temsîl dikin, bêşik e ku hîn pêşketîtir in.
c- Kurdên xwedî nasnameya babikî
“Kurd hîn jî bi taybetmendiyên (xislet) xwe yên çandî re hebûna xwe diparêzin. Ev jî ji ber hêza çanda wan a dîrokî ye. Kurdan li şûna jiyana medeniyetê, jiyana çandî tercîh kiriye, lê ev bi paşverûtiyê an jî hoveberiyek hêsan nayê îzahkirin. Çanda ku ew dijîn çanda bajar, çîn an jî dewletekê nîn e;çandek ku di nava xwe de destûrê nade otorîtebûnê, çînayetiyê û ji bo demokrasiya babikiyê israr dike. Ji ber vê demokrasiya çandî, kurd bi hêsanî nayên zeftkirin (zeptûreptkirin).”
Kurdan di pêvajoya navbera civaka klan û şaristaniya ku navenda wê bajar e de, di avakirina çanda babikiyê ku di dîroka gerdûnî de forma sereke ya civakî ye de û di domandina wê de, rola nasnameyek herî diyarker lîstiye. Rêbertiya me forma babikiyê û çanda girêdayî wê wekî “ji klan û netewan zêdetir gerdûnî ye û ji wan nayê borîn” nirxandiye. Ev form û çanda girêdayî wê, bi geşedanên di neolîtîkê de girêdayî re dê bibe “forma bingehîn a avakirina civakî.”
Bi geşedanên di dema neolîtîkê de re, mirov dikare kurdan wekî yek ji komikên babikî pênase bike û ev li gorî daneyên dîrokî ye jî. Ji ber ku zemîna bingehîn a etnîsîteyê şoreşa çandinî û gundîtiyê ye. Lê civaka klan tu caran nikare ji koma malbatek berfireh wêdetir biçe. Teknolojiya hilberînê vî sînorê hanê diyar dike. Şoreşa çandîniyê ji bo tevgera etnîsîteyê şertê hebûnê ye. “Berevajî vê yekê dê di rewşa civaka klan de bimîne û nikare ji vê rewşê derkeve.” Heke rastiya ku ji van şoreşan a yekemîn li Kurdistanê pêk hatiye û hîn jî di nava kurdan de forma herî bingehîn babik e, li ber çavan bê girtin, dikare bê gotin ku kurd yek ji komikên yekemîn ên nîjadî, lewre yek ji miletên yekemîn in. Tê dîtin ku etnîsîteya kurd beriya mîladê (BM) di salên 10 hezaran de wekî babik pêk hatiye, di salên 6 hezaran de ber bi eşîretê ve peresanî bûne (guherîne), di salên 3 hezaran de jî wekî konfederasyonên eşîretan xwe birêxistin kirine û li dijî mêtingehiya Sumeriyan, xwe gihandine rewşeke hîn bi hişmendîtir.
Etnîsîte wekî formeke civakî asta hiyerarşîk nabore, nabe dewlet, dema dibe dewlet jî dibe formeke civakî ya ku êdî ji babikiyê an jî eşîretiyê derketî ye. Heta astekê cudahiyê wê hebin jî, di bingeha xwe birêxistinbûnek civakî ku çînçînî bûn nejiyaye û ji vê yekê re girtî ye. Ji ber ku têkiliya çînçînî bûnê û dewletê aşkera ye. Têkiliya mervantiyê esas e, ev jî pêşiya çînçînî bûnê digire. Her wiha nahêle ku di nava babik-eşîretê de zordariya girêdayî desthilatdariyê, newekhevî û sînorkirina azadiyan bê jiyandin. Ji ber ku formek civaka xwezayî ye û komunalîte û civakîbûn serwer e, pirsgirêkên ku mirov jê re bêje pirsgirêkên civakî û ji bin nayê derketin, hîn nayên jiyandin. Her kesek bi exlaq e û polîtîk tevdigere. Demokrasiyek li ser vî exlaq û polîtîkayê hatiye avakirin heye û bi vê demokrasiyê hemû pirsgirêk tên çareserkirin. Destpêkê daykanî serwer e, lê piştî ku di navbera salên 6000-4000’an de hiyerarşî çêbû, bavkanî her ku diçe pêşve diçe û ev yek hem di encama keşfên dîrokî de hem jî di tiştên rojane tên jiyandin de tê dîtin. Kurd xwediyên rastiya miletekî ku vê forma civakî hîn jî bi awayekî gelekî xurt dijîn in. Sedema vê yekê jî ew e ku kurd hem ji avasaziyên yekemîn ên nîjadî ne, hem jî li hemberî êrîşên derve ancax bi vî rengî karibûne azadiya xwe biparêzin. Jixwe tê dîtin ku hişmendiya eşîretiyê jî, li hemberî êrîşên derve di encama israra azadiyê û xweparastinê de pêş ketiye. Kurdan ev forma hanê bi awayekî kûr jiyan kiriye. Ev form di heman demê de bûye yek ji sedemên ku kurd gelekî perçe bibin, gelemperî nebin û rêxistinbûyînên xwe bi berfirehî çênekin.
d- Wekî civaka jinê kurd
Taybetiyeke din a berbiçav a kurdan jî ew e ku civakîbûna wan bi pêşengiya jinê û rengê wê pêk hatiye. Me li jor diyar kiribû ku kurd miletê afirînerê bingehîn ê serdema neolîtîkê ye. Çanda neolîtîkê ji çavkaniyekê derketiye û di nava demê de wekî ku aliyê wê yê çandî li pêş e, li her derê belav bûye. Lewre jî her komikek afirînera neolîtîkê nîn e. Komikên li derveyî Kevana (Hîlal) Zêrîn, rengên xwe tevlî kirine û zêdetirîn ji derve girtine. Ji ber vê yekê jî tevkariya wan bisînor e. Loma jî bandora ku dê ev serdem û terzê jiyana wê li ser afirînerên esasî yên neolîtîkê çêbike û taybetiyên dê pêşve bibe, dê ji bandora li ser komikên din cudatir be.
Şoreşa Neolîtîkê di bingeha xwe de şoreşeke jinê ye. Şoreşek ku bi serekebûn û pêşengiya jinê pêk hatî ye. Wekî ku dê ji çanda dayik-xwedawendê bê fêmkirin jî, jin hebûna herî pîroz e. Peykerên ku derketine holê û aydî wê demê ne, îspata dîrokî ya vê rastiyê ne. Ziman, hêmanên mê gelekî zêde dihewîne, ev jî afirîneriya jinê datîne holê. Îro jî di zaravaya kurmancî de her peyvekê taybetiya xwe ya mê û nêr heye û niha jî vê taybetiya xwe diparêzin. Peyvên ku pêveka “a” tê ser, mêyatiyê nîşan dide, peyvên ku pêvaka “ê” tê ser jî, nêratiyê nîşan didin. Li gorî herêman cudahî hebe jî, tê dîtin ku hêmana “mê” gelekî sereke ye. Dîsa her çiqasî ji ber bandora hiyerarşî û dewletê hinek mehandin çêbibin jî, aşkera ye ku di jiyana civakî de cihekî gelekî xurt ê jina kurd heye. Sedema vê jî girîngiya jinê di warê civakîbûnê de ye. Tê zanîn ku civakîbûn zêdetirîn li dora jinê pêk hatiye, dîsa zêdetirîn bi destê jinê zarok hînî civakîbûnê hatine kirin, hatine perwerdekirin û terbiyekirin. Jin hêza pêşeng a wê demê ku di çarçoveya exlaqê civakî de terbiye dike, hîn dike, civakî dike û civakîbûnê hîn zêdetir pêşve dibe ye. Ew ji zayendekê wêdetir sîstemek e. Tişta bi jinê re tê ziman, jiyan û nirxên civaka xwezayî yên destpêkê, rasteqîn û hîn ji aliyê destên qirêj ve nehatine qirêjkirin in.
Di vê serdemê de wekî ku di navbera civak û xweza, mirov û civakê de heye, di navbera zayendan de jî têkiliyên sîmbiyotîk (têkiliya ku xwedîkirina hevûdin a beramber esas digire) serwer in. Ev di rastiyê de nîşandana avasaziya dualî ya xweserî hebûna di navbera jin û zilam de ye, cewhera wê ye. Di vir de tiştek neasayî nîn e, wekî ku daneyên zanistî jî îspat kiriye, ya navendî û esasî jin e. Di vê dema ku hîn zayendiya civakî derneketiye holê de zîhniyetek û terzekî jiyanê yê komunalîst ku ji yekdestdarî (tekel) û zordariyê dûr e, her tişt û hemû kesî hêja û wekî kirar (subje) dibîne heye. Loma jî ev yek nabe pirsgirêkeke civakî. Piştre di encama koalîsyona di navbera şaman, zana û nêçîrvan de, pergala kehî ya dayik -jinê dê wekî hedef bê girtin û bê têkbirin. Di encama vê de jî, zayend jî di nav de, ahengiya civakê dê xirab bibe û civak jî dê perçe bibe. Di kesayeta jinê dê, êrîş li hemberî nirxên demokratîk û komunal ên civaka xwezayî pêk tên. Lewre sîstema ku tê xwestin bê pêşvebirin, sîstemeke hiyerarşîk e, perçebûna civakê hedef dike, armanc dike ku di civakê de hinekan hêja, hinekan jî nehêja nîşan bide, hinekan serwer bike hinekan jî wekî pezan veguherîne, dixwaze arizîkirinê û zordariyê pêş bixwe, bidest bixe, dîsa civak û mirovan ji cewhera wan vediqetîne. Yanî jirêderketinek e.
Têkoşîna ku jinê li hemberî vê yekê daye, di rastiyê de têkoşîna israra ji bo mirovahî û civaka rasteqîn e. Ev di wateya teng de têkoşîneke zayendî nîn e, têkoşîna sîstemî ye. Kolekirin, têkbirina jinê jî tê wateya ku deriyên hemî koletiyan hatiye vekirin, tê wateya dûrketina ji mirovahiyê. Di kesayeta jinê de yên ku winda dikin civak e, mirovahî ye. Ji ber ku tişta tê jiyandin veqetîna ji cewhera civakê ye, rewşek ketinê ye. Tişta piştre tê jiyandin jî, jiyandina hemû pirsgirêkên civakî ne, civakîbûnek jirêderketî ye, dîroka ku koletiyê dihilberîne ye. Rêbertiya me derketina hiyerarşiyê wekî,“zayîna civaka kole”, serdema koledar wekî, “çêbûna civaka kole”, civaka dewleta feodal wekî, “koledariya gihîştî”, serdema kapîtalîst jî wekî, “koledariya giştî û kûr bûyî” pênase kir. Ev berxwedana ku jinê berê li ser navê mirovahiyê nîşan dabû, niha, di roja me ya îroyîn de bi heman armancê ji aliyê têkoşîna azadiya kurd ve, li hemberî sîstema hiyerarşîk û dewletî, bê navber tê meşandin.
Şaristaniya çîndar û kurd
Piştî ku civak ji cewhera xwe ya komunal dûr ket, hiyerarşî (Bavkanî) pêş ket. Di rêya ku hiyerarşiyê vekir de jî, li hemberî sîstema kehî ya dayik-jinê, bi awayekî sîstematîk têkoşîn hate dayîn. Bi vê têkoşînê re bajarên dewletî derketin holê û ji van dewletan a yekemîn beriya mîladê di salên 3500’an de li Urukê hate avakirin.
Dewlet dê avasaziya xwezayî ya civakê ya wekhev, komunal û hevûdin temam dike xerab bike û civakê perçe bike. Di ser civakê re dê civakek dewletî biafirîne û bi gelek jirêderketinên wekî bindest-serdest, kole-koledar, hêja-nehêja, canda-necanda, subje-obje, jin-mêr dê ahengiya civakê xerab bike. Bi vî rengî jî, dê bi eko-sîsteman bilîze û bibe bavê nexweşiyên şaristaniyê, yanî bibe bavê pirsgirêkên civakî.
Dema dewlet piştî carekê derdikeve holê, êdî dibe xwedî rastiyek ku li cihê xwe nasekine. Lewre, raçînka wê ya bingehîn li ser xweperestiyek ku nizane têr bibe, mezinbûn û serdestiyek ku bi biçûkxistina civakê û dijberên xwe û sertewandina wan pêk tê. Her dewletek ji dema tê avakirin ve, li hundir civaka jêrîn (gel) bê exlaq dike, li derveyî polîtîkayê dihêle û bi vê rêyê bêhêz dike. Li derve jî sînorên xwe û qadên ku lê serdest e berfireh dike û bi vê yekê dixwaze xwe bike hêza herî bingehîn. Cîhana Sumeran, wekî koma dewletên destpêkê avasaziya genetîk a vê yekê çêkiriye.
Ji Sumeran ve hemû dewlet hem li dijî derdora xwe bûn, hem jî li dijî miletên di nava sînorên wan de dijîn, tam di şerekî de bûne. Ji şerê di navbera xwe de jî tenê carekê jî venegeriyan e. Ev taybetiya herî bingehîn a şaristaniya çîndar a 5 hezar salî ye. Tespîta, “Mirov kurmê mirov e” wekî Hobbes gotiye, xisusek ji bo civaka xwezayî na, tam jî ji bo şaristaniya dewletî derbasdar e. Seferên berfirehbûna ber bi derve ve û serdestiyê yên dewletên Sumeriyan, wekî di Destana Gilgamiş de jî tê dîtin, rasteqîneke dîrokî ye. Dîsa tê zanîn ku di dema Sargonê Akadî de, gelekî zêde seferên leşkerî yên derve hatine çêkirin. Ev sefer jî, li hemberî erdnîgariya Kurdistanê ya dewlemend ku li dora Sumerê ye, pêk hatine. Li hemberî van êrîşên bi armanca sertewandinê û kedxwariyê têne pêkanîn, sekna azadîxwaz a herî bêhempa ku di dîrokê de nav lê nehatiye kirin, hatiye nîşandan. Aryeniyan ev sekna hanê bi rengê ku li derveyî sîstemê ji bo avasaziya nîjadî israr dikin û bi pêkanîna êrîşên dijber nîşan daye. Lê Semîtîkan ev yek di nava sîstemê de bi kevneşopiya pêxemberiyê pêk aniye.
Bi Sumeran re, dewletan li dijî civakên derdorê bi armanca kedxwariyê êrîş pêk anîne. Li hemberî van êrîşan jî civakên xwedî seknek berxwedêr û azadîxwaz çêbûne. Civakên ku Sumer û Asûriyan bi rêzê wekî Hurrî, Gutî, Kassît, Mîtanî, Lorî, Naîrî, Urartu, Med bi nav kirine û navên heman koma nîjadî yên di demên cuda de ne, ji van civakên berxwedêr in. Ger ku sekna van koman a azadîxwaz nebûya, teqez dê pêşdeçûna dîrokê cuda bûya. Ev civakên hanê li hemberî sîstema hîyerarşîk û dewletî ku koletiyê dihilberîne û dixwaze serî bide tewandin, hîn zêdetir li nasnameyên xwe yên nîjadî xwedî derketine û yekîtiya xwe hîn zêdetir xurt kirine, bi vî rengî li dijî rawestiyan e. Rêbertiya me di dîrokê de pozîsyona tevgerên nîjadî yên li dijî şaristaniya dewletî, dişibîne tevgerên rizgariya neteweyî yên ku sedsala 20’emîn de ji bo azadî û serxwebûnê li dijî emperyalîzmê têdikoşin.
Kurd wekî miletekî neolîtîkê yê gundî û çiyayî, li ber serê cîhana Sumeran ku şaristaniya dewletî ye û li dora împaratoriyên Akad, Babîl û Asûran ên piştî Sumeran hatine avakirin disekinîn. Loma jî her tim bi wan re di nava têkiliyê û nakokiyê de bûne. Dema ev hêzên hanê sînorên xwe berfireh dikirin, yên ku destpêkê rastî êrîşên wan hatin kurd bûn. Di vî warî de kurd dê bibin xwedî berxwedana herî bêhempa ya di dîrokê de. Dê bi birêxistinbûyîna xwe ya babik-eşîretiyê têbikoşe û li hemberî sîstema dewletî, di sekna xwe ya azadîparêz de israr bike. Tişta ku naxwazin winda bikin, sekna azadîxwaz a ku ji civaka demokratîk anîne ye. Naxwazin bibin kole û serê xwe bitewînin. Berxwedana kurdan a wekî etnîsîteyê jî di warê dîroka azadiyê de gelekî girîng e û tu caran biçûk nayê dîtin. Rêbertiya me bi destnîşankirina xwe ya wekî, “Di rastiyê de heke em pîvanên pêşveçûnê wekî azadiyê diyar bikin, belkî jî kurd miletek û koma nîjadî ya herî pêşketî ya di dîrokê de ye” balê dikişîne ser vê rastiyê.
Kurd ji bo ku azadiya xwe misoger bikin, carinan jî dê êrîşên dijber pêk bînin. Wekî Gutiyan dê dawî li dewleta Akadan ku Sargon ava kiriye û yekemîn qraliya navendî ya di dîrokê de ye, bînin. Wekî Mîtaniyan dê bi Hîtîtiyan re bibin yek û Împaratoriya Babîlan ji holê rakin. Wekî Urartuyan dê li hemberî Împaratoriya Asûr ku yek ji împaratoriyên herî hov û zordar ên bazirganiyê yên di dîrokê de ye, berxwedaneke bêhempa nîşan bidin. Wekî Medan, dê bi Kaldeliyan re tifaqê çêbikin û dawî li Împaratoriya Asûr a despot bînin…