NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê mirin derket 723’an. Hejmara kesên ji vîrûsê bandor jî bûne gihişte 34 hezar û 546’an.
Li gelemperiya welat di nava 24 saetên dawî de 86 kes ji ber vîrosê mirin. Dîsa zêdetirî 3 hezar bûyerên nû yên vîrûsê hatin tesbîtkirin.
Piştî vîrûsa li Çînê derket û şûnde li Jeponyayê di keştiyeke ya hestin de bûyereke ya vîrûsê hate tesbîtkirin.
Li keştiya bi navê Dîamond Prîncess a li peravên Yokohomayê hatiye ragirtin jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 61’ê.
Li eyaleta Hûbeî ya bajarê Vûhan nêzî 50 milyon kes ji cîhana derve girtî dijîn.
MIRINA DOXTORÊ KU VÎRÛS TEŞXÎS KIRIBÛ
Mirina doxtor Li Vendlîang ê teşxîsa nexweşiya vîrûsa korona ya li bajarê Vûhan a Çînê belav bûye yê hişyarî da hempîşeyê xwe, li welat rê li ber nerazîbûnan vekir.
Dr. Lî vîrûs dema li Vûhanayê dixebitî ji nexweşeke xwe girtiye. Venlîang anîbû ziman ku vîrûs şibandibû vîrûsa SARA a belav dibe. Li ser vê ji aliyê polîsan ve di mijara ‘nirxandinên şaş belav dikî’ gef kiribû û belavkirina gotinan ew sûcdar kiribû.
HIŞYARIYA ‘MASKEYÊ’
Şaredariya Pekînê daxwaz kir ku li otel, restoran, sûkên mezin, qadên kêfxweşiyê û cihên giştî maske bên bikaranîn. Hate ragihandin ku yên vê red bikin wê bên destgîrkirin.
Lê li bajarê Pekîn ezexaneyên ku maskeyan difiroşin têrê nake.
TIRKIYE: ME HAWIRDEKIRIN DA RAWESTANDIN
Tirkiyeyê jî ji Çînê her cûre hawirdekirina lawirên zindî, mirî, berhemên lawirî û mîna wê ji bo demekê dane rawestandin.