FRANKFÛRT – Meşa Dirêj ya ku ji aliyê ciwanên Kurd ve her sal tê lidarxistin, îro li bajarê Elmanya Frankfûrtê destpê kir. Ji Elmanya, Fransa, Swîsreyê nêzî 120 ciwan beşdarî meşê bûne û meş di navbera 8-14’ê Sibatê de bi şîara “Destûr nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe” ji Frankfûrtê heta Saarbruckeê wê bidome. Ciwan her roj wê bi şîarek cûda bimeşin û şîara îro jî “Rastiya Rêbertî” ye.
‘DIVÊ EM NASNAMEYA CIWANAN BIPARÊZIN’
Kurdistanî û ciwanên Kurd li pêşiya Dêra Katharîenen a Haûptwacheyê kom bûn û saet 11:30’an bi daxuyaniya çapemeniyê û mîtîngek ldiarxist. Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê Konfederasyoan Civaka Kurdistanî Elmanya (KON-MED) Tahir Koçer û li ser navê Tevgera Ciwanan jî Raman Bilal axivîn. Raman di axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên li dijî Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd a Elmanyayê û ev tişt got;
“Ciwan ji bo qezençrkian nasnameya xwe berxwedanên mezin nîşan dan. Parastina vê nasnameya ciwanan erkê me ye. Yê ku nasnameya ciwantiyê dayî me Rêber Apo ye. Sîstema alternatîf ya Rêber Apo ava kirî ji bo modernîteya kapîtalîst bû gefek û ji ber vê sedemê Rêber Apo kirin hedef. Em ciwanên Kurd û enternasyonalîst êrîşên li dijî Rêber Apo qebûl nakin û em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.”
Bîlal piştî teşhîrkirian polîtîkayên Elmanyayê alaya Ocalan vekir û nerazîbûn nîşan da.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê meşa çalakgeran destpê kir. Meşa Dirêj wê heta Dreîeîchayê bidome. Saetên şevê wê meşvan li Navenda Civaka Kurd a Frankfûrtê derbas bikin. Li vir wê xwarina şevê were xwarin û bi mijara “Rastiya Rêbertî” semîner were dayîn.
Di meşê de pêkanînên qedexe yên dewleta Elman li dijî gelê Kurd didomin. Hilgirtina alaya û flameyên ku nûnertiya gelê Kurd dike hatin qedexekirin û rakirina alaya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê jî hate qedexekirin.
BERNAME
Bernameya meşa ku wê 7 rojan bidome wiha ye;
Roja yekem: Saet 11:00’an li Frankfûrtê li hev dicivin û li Dreîeîcha wê meş bidawî bibe. Şev jî wê li ser “Rastiya Rêbertî” semîner were dayîn.
2. Saet 09:00’an li Neû-Îsenbûrgê wê meş destpê bike û li Darmstadtê bdiawî bibe. Şîara rojê “Çand – Pradîgma” ye. Şev jî wê gerîlayê PKK’ê Firat Çîçek were bibîranîn.
3. Saet 09:00’an li Darmstadtê meş destpê bike û li Bensheîmê bidawî bibe. Şîara rojê “Serok û Jin” e û şev jî wê jinên ciwan semînerek pêşkêş bikin.
4. Saet 09:00’an li Bensheîmê meş destpê bike û li Mannheîmê bidawî bibe. Şîara rojê “Berxwedan û Şehîd” e. Şev jî wê fîlmek were nîşandan.
5. Saet 09:00’an li Mannheîmê meş destpê bike û li Hambûrgê bdiawî bibe. Şîara rojê “Nehêle” ye. Di dawiya meşê de wê têkildarî ‘Nehêle’ û ‘Şerê Taybet’ semîner were dayîn.
6. Saet 09:00’an li Hambûrgê meş destpê bike û heta Saarbruckên bidome. Meş wê bi şîara “Welatparêzî” were lidarxistin û şev jî çalakiya keyfxweşiyê (coş-moral) were lidarxstin.