FRANKFURT– Meşa Dirêj ku her sal ji aliyê ciwanên Kurd ve tên lidarxistin, îro, ji bajarê Elmanya Frankfurtê dest pê kir. Meşa ku bi tevlîbûna 120 ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên Elmanya, Swîsrê û Fransayê re dest pê kiriye, heya di navbera 8-14ê Sibatê de bi dirûşmeya “Tecrîdê Nehêle, bi Rêber APO re Bibe Azad” ve ji Frankfurtê heyanî li Saarbruckenê wê bidome.
Kiryarên Elmanya yên qedexeker didome
Di meşê de kiryarên Dewleta Elmanya yên qedexeker a li ser gelê Kurd jî didome. Di meşê de daliqandina alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên ku nirxên gelê Kurd temsîl dikin hatiye qedexekirin; her wiha alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku tevgera ciwanên Kurd a Ewropayê ye jî hate qedexekirin.
Ciwanan, provakasyon vala derxistin
Ciwanên ku di seranserê rojê de bi coş û moralek mezin ve meşiyan, li hemberî qomployê ku di salvegera 21. de ye û li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû bipêşxistin, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di roja yekemîn a Meşa Dirêj temam dibû de, ciwanan, provakasyonên ku di seranserê rojê de pêş diketin, vala derxistin. Êrîşên provakasyonê ku dihate kirin, ciwan hê zêdetir bi moral kirin. Meş, di seat 17.00an de li Dreieichê bi dawî bû.
Di roja yekemîn a Meşa Dirêj temam dibû de, ciwanan, bi awayekî girseyî, dema ku diçûn Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê, di gar û qîtaran de bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan Fedaîyên Rêber APO ne” ve çalakî pêk anîn.
Ciwanên ku di Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê de civiyan û piştî şîvê, semînera bi navê “ Rastiya Rêbertî” pêk anîn. Piştî semînerê, ciwan, da ku li malên Kurdistaniyên li derdorê bimînin, ji navendê derketin.