WAN – Walîtiya Wanê, ji 21’ê Mijdara 2016’an ve ye çalakî û xwepêşandanên li bajêr qedexe dike. Dema qedexeyê ku 1176 roj in dewam dike, ji 8 heta 22’ê Sibatê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin.
Walîtiyê meş, civîna li derve, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, anket, vedana kon û danîna standan, kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan qedexe kir.