DREIEICH– Meşa Dirêj ê ku di 8ê Sibatê de ji bajarê Elmanya Frankfurtê bi dirûşmeya “Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber APO re Bibe Azad” re dest pê kiriye, di roja duyemîn a meşê de ji bajarê Elmanya Dreieich-Sprendlingenê bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” dest pê kir. Ciwan, di roja duyemîn a meşê de bi şiyara “Paradîgma(Çand)” ve dimeşin.
Ciwanan, ligel hemû provakasyonên di roja yekemîn a meşê de hatine jiyîn, polîtîqayên dijmin vala derxistin û roja yekemîn a meşê jî bi serkeftî bi dawî kirin.
Meşa îro ku bi coşek mezin ve dest pê kir, li Darmstadtê di Luisenplatz de bi mîtîngek girseyî re wê were bidawîkirin. Meşvanên Meşa Dirêj, piştî mîtîngê derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê wê bibin. Li wir, piştî şîvê, bîranîna şervanê HPGê Şehîd Firat Çîçek ê ku li Qada Parastina Medyayê şehîd ketibû, wê were lidarxistin.