MUNSTER – Malbata Kaya û gelek welatparêzên Kurd beşdarî merasîma bibîranê bûn. Li ser navê malbata Kaya axaftin hate kirin û hate gotin ku Baran Kaya şehîdê gel e û ev tişt hate gotin; “Kurê min şehîdê gelê me ye. Îro di vê merasîmê de me dît ku gelê me her tim xwedî li şehîdên xwe derdikeve.” Di merasîmê de nûnerên saziyên Kurd ên li Elmanya û KOMAW (Saziya Malbatên Şehîd û Windayan) axaftin hate kirin.
Baran Kaya di sala 1996’an de li Elmanyayê ji dayik bû. Kaya ku di nava 4 birayan de birayê biçûk bû di sala 2017’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûbû.