DARMSTADT– Roja duyemîn a Meşa Dirêj ê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê ve bi tevlîbûna 120 ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên Elmanya, Fransa û Swîsreyê re bi dirûşmeya “Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber APO re Bibe Azad” tê lidarxistin, hate temamkirin.
Di roja yekemîn a Meşa Dirêj de ji aliyê polîsên dewleta Elman ve gelek provakasyon hatibû kirin, alên ku nirxên Kurdan temsîl dikir hatibû qedexekirin û her wiha dîsa gelek dirûşme di guncana qedexeyê de hatibû nirxandin. Lêbelê van kiryarên qedexeker coş û morala ciwanan nekarî asteng bike; beravajî vê hê bi moraltir kiribû.
Di roja duyemîn a Meşa Dirêj de nêzîkatiyên provakatîf ên polîsên Elman berdewam kir û li hemberî provakasyona ku polîs dixwestin jinêzve dîmen bigrin, ciwanan bi dirûşme û bi nîşana serkeftinê re bersiv dan.
Ciwanan, dema gihîştin Darmstadt Luisenplatzê, li wir sirûd xwendin. Piştî xwendina sirûdê, ciwanan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û piştre jî li qadê govend girtin.
Ciwan, dema ku ji bo tev li bernameya dawî ya rojê bibin derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê dibûn, rastî êrîşên polîsên Elman hatin. Bi teybetî jî ciwanên ku ji meşvanan re coş û moral didan û di çavderiya polîsan de bûn, ji aliyê polîsan ve piştî bidawîbûna meşê hatin binçavkirin.
Lijneya Amadeyîkarê, piştî hevdîtina parêzeran gotin ku hevalên wan wê bêne berdan. Piştre ciwan, derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê bûn û li vir tev li bîranîna şervanê HPGê Şehîd Firat Çîçek ê ku li Qada Parastina Medyayê şehîd ketibû, bûn û bi vî awayî ciwanan bernameya xwe ya îroyê qedandin.