KOBANÊ – Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek bi mişeleyan li dar xistin.
Meş bi dirûşmeya “Bi ciwantiya şoreşê re em ê faşîzmê bişkînin, rêbertî azad bikin” hate organîzekirin.
Bi dehan ciwanên PYD‘ê yên bajarê Kobanê û navçeya Sirînê tev li meşê bûn. Ciwanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PYD‘ê hildan bûn.
Meş ji qada Jina Azad a navenda bajarê Kobanê ber bi qada Aştiyê ve dest pê kir. Di meşê de dirûmeyên silavkirina Ocalan hatin berzkirin.
Meş li qada Aştiyê sekinî. Hevseroka Meclisa Ciwanan a PYD‘ê ya herêma Firatê Xunaf Xelîl axivî û got: “15` Sibata salvegera 21‘an a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Ev komplo li dijî projeya netewa demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye didome. Pergalan mêtînger û desthilatdar ramanê Ocalan wekî xeteriyekê li ser xwe dibînin. Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina bajarê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dît, ev êriş bi destek û erêkirina pergalên navdewletî yên ku beşdarî vê komployê bibûn pêk hatin.”
Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û banga azadiyê wî bi dawî bû.