MARSÎLYA– Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo ku li ser Qomploya Navdewletiyê balê bikşînin û her wiha ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 2ê Sibatê vir ve di nava rêzêçalakiyan de ne.
Ciwanan, di guncana pêngava Nehêle de, îro, di seat 15.00an de li bajarê Fransa Marsîlyayê di keştiyeke geştê de çalakiya serkêşiya sivîl li dar xistin.
Ciwanan, pankarta ku bi zimanê Fransî “Ji Ocalan re Azadî” dinîvîse vekirin û her wiha posterên mezin ê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û TCŞê jî vekirin. Ciwanên ku bi zimanê Fransî dirûşmeya “Ji Ocalan re Azadî” û “Terorîst Erdogan” avêtin, dan zanîn ku çalakiyên wan heya 15ê Sibatê wê berdewam bikin û bi vî awayî jî çalakî bi dawî kirin.