MANNHEIM– Ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst yên ku her roj bi dirûşmên cuda dimeşin, roja 4emîn da jî bi dirûşma ‘Berxwedan û Pekrewan’ meşiyan. Ciwan îro 20 km meşiyan û roja 4emîn li Mannheimê bi mitîngekê bi dawî kirin.
Ciwanên ku bi coş û bibiryariyeke mezin va dimeşiyan, îro dîsa rastî provakasyonên polîsên Elman va hatin. Polîsên ku carinan û bêsedem bi kamerayê dîmenên meşvanan digirt, dirûşma “Es Lebe Öcalan” (Bijî Ocalan) jî qedexe kir. Li gor daxuyaniya polîsan, dirûşmên navê serokê gelan Abdullah Ocalan derbas dibe tev qedexe kirîne. Vê gav tenê dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’ neqede ye. Xêncî vê hemû dirûşmên di nav da navê serokê gelan Abdullah Ocalan derbas dibe tev qedexe kirîne.
Bi tevî hemû zorî û provakasyonan ciwanan xwe gîhandin bajarê Mannheimê. Li pêşiya Nationaltheaterê mitîngek hate li dar xistin. Di mitîngê da wekî axaftvan serokê Die Linke yê Mannheimê Thomas Rolland beşdar bû. Di axaftina xwe da Rolland van tiştan anî ziman: “Ramanên Abdullah Ocalan mafên merivan temsîl dike. Ramanên wî dijî netewperestiyê û dijî nîjadperestiyê ne. Îro em li DYAyê, Suriyeyê, Erebîstana Siudiyê binêrin, li Putin û Erdoganî binêrin nikarin ramanên Abdullah Ocalan bibînin. Ji ber vê ye ku ez rêzê ji meşa we digirim”. Ciwanan jî bi gotina ‘Bijî Piştgirtina Enternasyonalîst’ Thomas Rollandî silav kirin.
Piştî axaftinan mitîng bi govendê domiya. Saet nêzî 18an mitîng bi dawî bû û girse ber bi Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk va çûn. Piştî xwarina şîvê bi temaşe kirina fîlma ‘Banga Roj’ va bernameya roja 4emîn yê bi dawî bibe.
Ciwan yê sibê li pêşiya Mannheim Ludwigshafen Rathausê bicivin û yê ber bi bajarê Elmanyayê Homburgê bimeşin.