AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed îro daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wan li kolanên Amedê alayên partiyê daliqandine.
Di daxuyayaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Yan ew ê bi Rêber Apo re jiyaneke bi rûmet pêk were yan jî em ê vê jiyanê qebûl nekin. Di 10’ê Sibatê de li ser derbasokên jor ên rêya Amed-Xarpêtê, li rê û kolanên Baglar, Batikent, Koşûyolû, Sûr û Kayapinarê alaya partiyê hatin daliqandin.”