TIL TEMİR – Dewleta Tirk û çeteyên wê doh bi şev êriş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiyê yên Til Temirê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di cih de bersiv dan û şerekî dijwar qewimî.
Di şer de 13 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Şervanan her wiha dest danîn ser cebilxaneya dagirkeran.