WAN – Hêzên Tevgera Taybet a Polîsên Tirk ên dagirker serê sibehê deriyê malan şikandin û avêtin ser malan. Di encamê de 17 kes binçavkirin.
Li gorî agahiyan Cengîz Temûr û Erhan Borak jî di nava kesên hatine destgîrkirî de ne.
Kesên destgîr kirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.