BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin û ji hinî ve serî li rayedaran didin, lê belê bersivê nikarin werbigirin.