NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrîşan ev agahî parve kir:
“12’ê Sibatê artêşa dagirker û çeteyên wê ji derdora gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawudiyê xwestin êrîş bibin li ser bajaroka Til Temir.
Meclisa Leşkerî ya Til Temir bersiv da wan êrîşan. Di şer de bi qasî hate zelalkirin 9 çeteyên dagirker hatine kuştin.”