NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li gorî saeta herêmî saet derdorî 19:10’î de gundê Semûqa a girêdayî navçeyê Bendava Şehbayê bombe kir. Heman demê gundên Meranez, Malikiyê, Şiwarxa û qeleya Şiwarxa ya Şerayê ya Efrînê bombe kirin.
Beriya vê êrîşê bi qasî nîv saetê dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehbayê jî topbaran kiribûn.
Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.