STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboksî îro daxuyaniyek nivîskî weşand û têkildarî çalakiya 13’ê Sibatê (duh) hatibû lidarxistin agahî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Endamên me roja 13’ê Sibatê li Kolana Nîne Hatûn ya navçeya Esenler a Stenbolê du minîbusên hevkaran şewitandin. Di encama çalakiya endamên me de herdu minîbus bûn xwelî.”
BANG
Yekîneya Tolhildanê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ev bang kir; “Em bang li hemû endamên xwe û ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku tevahiya meha Sibatê li dijî dewleta Tirk a komploger çalakiyên bi bandor lidarbixin.”