NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk gundê Başemirê kir hedef. Di êrîşê de jina bi navê Sêvîn Nebû Qesab û zaroka 8 salî ya keç a bi navê Hemîde Selih Hilal û zarokeke din a navê wê nehate zanî birîndar bûn.
Dewleta Tirk 2’yê Kanûna 2019’an de jî bombe li Til Rifatê barandibû, 8 jê zarok 10 kes qetl kiribû.
Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.