Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Dema em 15’ê Sibatê di hêla dîrokî de şîrove bikin wê taybetiyên girîng derkevin holê.
1-Tê dîtin ku komplo piranî li ser xeta pevçûna Rojhilat-Rojava pêk tê. Min weke yê ku Anatolya,
Tirkiyê qels dike dinirxînin. Weke zaroka rojava ya şûm û noqta sêrî siyaseta Yewnan tim xwestiye, min weke yê ku di pozisyona bê rêgez, tenê ziyanê dide de bibîne. Berovajî, wexta dît ku wê têkiliya min zirarê bidiyê bê fikare ez avêtim nav êgir. Lê di komploya dawî de rola wê, bi şiklê hevkariya xayin a ku dostaniyê bi kar tîne ye. Ne ya ku bîzat plan kir û pêkir, hîn bêhtir taşeron e. Dixuye ku di demê pêş de ji bo mijara Kıbrıs û Ege, weke bedêla taşerontiyê li hêviya tawîza ye. Di pêşveçûnên ku piştre çêbûn de jî ev xisus baş eşkere bû. Nûnerê Clinton yê taybet Blinkend daxuyani da çapemeniyê ku, bîzat yê emrê radestkirinê daye serokwezîr Clinton e. Bi helwesta li hemberî terorîzmê îzahkirina vê yekê nêzîkatiyeke teng e.
Misoger e ku li pey vê Îsraîl heye. Bi soza, hinek aliyên rastgerê Îsraîlê ku li rex şer in, dane Tirkiye re pêwendiya wê xurt e. Serokwezîrê donemê pêşengê Likud bloka rastger Benjamin Netenyahu ye. İsraîl ji bo ku di dengeya stretejîk a Rojhilata Navîn de Tirkiyê li cem xwe bigire, di pekanîna komployê de aktorê sereke ye, lê ne tenê ye. Wekî din ez texmîn nakin ku bi çepgerên Îsraîl yên demokrat re, bi xeta Şîmon Perez re pêwendiya wê hebe. Bera newê jibîrkirin ku pêwendiya suîkasta Îzak Rabin bi rastgerên radikal re heye. Dema ku amadekariyên komployê pir ketin ser hev Clînton, bi şantaja Monika xistin rewşeke ku nikaribe tiştekî bike. Di rewşeke wiha de ye ku gotina lobiya Îsraîlê nake dido. Dibe ku bi şantaja di destê jina wî Hilery û yê Monika hinek biryarên serokatiyê hatibin derxistin.
Li vir di mijara Tirkiye de di navbera stratejiya Îsraîl û Yewnan de rewşa hevkariyeke nedewamî derdikeve. Clinton vêna kordîne dike. Bingeha kordînasyonê li Londra hate avêtin, bi îzole kirina min, hesaba ku Kurdan û PKK bixin bin qontrola xwe xurt e. Rewşa min a rêbertî polîtikayên klasîk yên Rojava li ser Kurdan dihejêne. Eslê bûyerê jî ji vê rastiyê tê. Awrûpa ji ber vê sedemê tasfiyekirina min li gorî berjewendiyên xwe dît. Ji ber ku polîtikayên ku ev demeke dirêje li ser kurdan dimeşêne dîsa li ser ruyê min vala derdikevin. Taybetiyeke giştî ku tê de li hev dikin, danehurîna çanda Rojhilat a di şexsê min de ye.
2- Vê xisusê hinceta radestkirina min a psîkolojîk û çandî rêxistin kiriye. Ji ber ku çanda Rojava ne di wê avahî de ye ku karibe min bihelêne, min weke kesayeteke ku werê harmonîkirin(dışlanmak) dide xuyakirin. Bi qasî ku berjewendiyên madî, aborî di vê de diyarkerin, divê bingeha çandî jî bê dîtin. Di vê de hewaya ku heçku Rojava naxwaze Lenin yan jî Humeyni yê duyemîn derxe bi bandor e. Derkete holê yekî ku nebe teqlîdger û hevkarê çanda wan, xwe biçûk û wan serdest qebûl neke wî hîç jî nagirin. Xeta ji hev veqetîna şar û barbar di vê bûyerê de parastine. Xuyabû ku demeke dirêj li ser mijara kesayeta min çavdêrî kiribûn. Min xwe di atmosfereke ku ji zû de biryar dane ku ez dijberî mantaliteya wa me dît. Ev atmosfer rewşeke ku wiha bi zanebûn ava bûbû bû.
3-Di cewher de bi polîtîkayên Kurd yên dused salê dawî bi kapîtalîzma Awrûpa ve girêdayî mane. Di bingeha vê polîtîkayê de, ji bo ku di serî de Tirkan, Îran û Ereban bi xwe ve girêdayî bikin weke amûra tehdîdê bi karanîna Kurdan heye. Di pirsgirêka Kurd de yan bi şer yan bi aşîtiyê min zor dida çareseriyeke timî(kalıcı). Wan jî ev pirsgirêk weke kozekê ku karibin her tim bikarbênin di destê xwe de hiştina wê, esas digirtin. Ne dihat hesabê wan ku ev sîleh ji dest wan bê girtin. Nedixwestin ji nirxandina bermahiya herî genî a polîtîkaya mêtîngeriya klasîk biqerin. Ji bo wan çareserkirineke stratejîk a pirsgirêka Kurd mijareke ku hîna wextê wê nehatî bû. Heta ku bi Iraq, Îran û Tirkiye re hesabê xwe tam bibîne hilandin(saklama)a koza Kurd li darîçav bû. Ev helwesteke weke ya ku hin aliyên(kesim) li Tirkiye berjewandiyê xwe bi bêçareseriya pirsgrêkê ve girêdane ye. Ji bo Kurda ev politikaya “ne bimre ne bimîne” ye. Nêzîkatiyeke wehşî ya ku; “bi qasî ku nemre lê xwedî derketin, biqasî ku nejî li keviyê hiştine.” Hinekî piştgirî bidane, wê di temelê rast de şertên zehf erênî avabûbana. Mînak nêzîkatiyê ku îro ji bo Kosova û Makedonya nîşandan ji bo Kurdan jî bi israr dabe pêşandan, wî pirsgirêk ji zû ve bikeve riya hal-çareseriyê. Heman tişt ji bo Îsraîl û Ereb, Rusya û Çeçenan jî derbas dibe. Berjewendiyên wan di dûvdirêjiya qewlê pirsgrêkan de veşartîne. Lê wexta ku hundirê Awrûpa û nêzîkî wê elaqedar bike, bi lez û bez dikare bikeve nav pêşxistina çareseriyê. Rewşa min jî wek konjekturî çareseriyeke bi rengî nake li gorî berjewendiyên wan ji ber vê ye ku harmono kirina min tê asayî kirin.
4-Di radestkirina min de tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û Serokatî armanceke aşîkar e. Dixwazin ku bi vê zelilandin(tasfiye)ê têkiliyên ku bi salan bi hevkarên Kurd re birine, fonksiyonî bikin. Qaşo wê rêberê Kurd ê Lîberal Demokrat werê avakirin, wî Kurdên ku her dewletê jê re amadekirine çêbibin û ji valatiyê rêxistinên cur bi cur werin avakirin. Di vê mijarê de Elmanya serî dikişêne. Avakirina grubên Kurd, Tirk, Ereb û Îranî yên li rex Elmanya, polîtîkayeke kevn a Rojhilata Navîn e û ev polîtîka ji dema Enver Paşa ve ketiye fonksiyonê de. Hey Kurdên Iraqê bûne kurmê vê politikayê, di van demên dawiyê de dixwazin li Tirkiyê jî gavên ber bi pêş ve bavêjin. Di bin hîmaya hêzên derve de xwe halxweşkirin bûye şêwaza debarê.
Tasfiye nebûna Tevgera Azadiya Kurd, careke din wê rê ji hewldanên wan î perçekirin û tasfiyekirinê re veke yan jî wê belav bibin herin. Wekî din bi sînor be jî wê ji bo îstîsmakirina şertên aşîtiyê yên ku pêşdikevin bişixulin; wê, avanekirina Civaka Azad a Sivîl ya Tevgera Azadiyê hewldanên wan î îstîsmarê zêde bike. Lewma divê hem li rêxistinên kevn ê paşverû di tarza tarîqatan de hem jî saziyên civaka sivîl yên sexte û hevkar baldarî hebe, girînge ku fersendê nebînin gel bixapênin.
5- Dayina pêvajoya îmraliyê ji bo vejandin(diriltmek)a aşîtiya di çanda Anatolya û Mezopotamya de ji şer zortir, encamên wê jî hîn xuliqkar û şoreşgertir in. Wê aşîtiyeke li ser azad bikaranîna hebûnên çandî ji bo cewherê Ronesansa Anatolya û Mezopotamya û Komara Tirkiye ya şoreşger bersiveke rast be. Li ser prensîba ku aşîtiya her şerekî heye, hewldanên aşîtiyê yên ku bi berjewendiyên gel re li hev tên gelekî grîngin. Yên ku nikaribin aşîtiya şerê xwe bênin, wê ji alî hêzên din ve hem jî li miqabilî xwe werin bikaranîn û wê nikaribin ji vê yekê xelasbibin.
Bi sînor be jî pêşxistin û lêkolîna aşîtiyê, qet nayê wateya bi karê vala re wext windakirinê. Yên ku nikaribin riyên aşîtiya şerê xwe yê rasteqînî pêşbixin, di leşkertiyê de biserbikevin jî, di dawiyê de nikarin ji vala derketinê xelas bibin. Di mijara aşîtiyê de hesabeke şaş serkeftinên leşkerî yên herî girîng jî bê wate dihêle. Rêberê ku li beramberî gelê xwe û leşkerê xwe berpirsyar, kesayeta ku bi qasî pirsgirêkên leşkerî, di pirsgirêka aşîtiyê de çareseriya rasteqînî û lêkolîn ji xwe re kiribe armanc e. Rêber û fermandarê ku vê yekê pêk newênin ji windakirinê xelas nabin. Dema em li helwestê di pêvajoya Îmraliyê de li hemberî hewldanên aşîtîyê derketine meyzênin bê ka qeynaxa xwe ji kê digirin, wê bê dîtin ku yên timî xam(yoz)tî, marjînaltî, hizbperestî û dijminatî ji xwe re kirine sineat rol dileyizin. Ji ber ku aşîtiyeke bi wate û cidî, kaosa sexte ku xizmetî civakê nake û ferdan mezin(yüce) nake ji holê radike, pêşiya rewşê dervî zagonan digire, tarza jiyana sazûman(duzen) a debara rewa serdest dike. Yên ku tarza jiyana wan û hunera wan ne hemkûfî(denk) vê be û di wextê xwe de veneguherin, ne aşîtiyê fêhm dikin ne jî dixwazin. Ew êş û zoriyên şer jî nizanin. Dîsa jî dive cidiyeta pêvajoyê bê dîtin. Tam bi ser bikeve jî nekeve jî ev pêvajo girînge. Şerê ku piştî vê pêşbikeve jî wê ji yê berê cudatir be. Qeyrana herî dem dirêjî ya ku Komara Tirkiye jiyaye, encama şerê berê ye. Ev rast newê mikurê û veneguhere aşitiyeke adîl, qeyran ji holê ranabe. Ji ber nayê xwestin ku sedema qeyranê were nasan(teşhis). Wê çaxê tedawî jî wê rast nebe.Tirkiye di salên 2000’an de vê nakokiyê dijî. Qeyran yan bi şerekî nû û hîn girantir, yan jî aşîtiyek bişeref û adîl dikere ji holê bê rakirin. An na ji vê kabûsa civakî ya ku rojanê tê jiyîn xelas nabe.
6-Pêvajoya Îmralî, ji bo gelê Kurd û wek sazî, li gorî min hilhatin(doğuş)a donema siyemîn e. Donema yekemîn, wê dema di şertên ku civaka gund a çandiyar bi sedsala 20.re nakok, heta ji dayikbûn û derbasbûna modela fermî a civakê digre nav xwe de. Ev donem di nava bêmanetî û kêmahîyên mezin yên pêvajoya ji hev veqetîna ku di navberê de dîrokeke 15 hezar salî heye de derbas bû. Tevna jiyana berî û piştî 15 hezar salan nayê tahlîl kirin. Vê yekê rê ji şerê nav malbat, gund-civak re vekir. Ez serhildêrekî gund bûm. Vê serhildanê heta derbasbûna civaka fermî dewam kir. Piştre donema hilhatina duyemin a ku bi dibistana seretayî re destpê bû di qedemeyên cûr bi cûr re derbasbû, heta serhildana li himber komara olîgarşîk jî kete ser. Ev donema ku dişibihe êrîşa Donkîşot ya li himber aşê qaşarê(yel degirmeni), rê li ber derketina derv a pirsgirêkan û hîn bêhtir girankirina wan vekir. Taybetiyên kapitalîst jî tevlî nakokiyên civaka neolîtik û feodal bûn. Ji ber ku tarza şoreşgerî nebû, ortama gengeşiyê serdest bû. Serhildana ku hate kirin paşverûtiya navxweyî jî çareser nekir. Qademeya serhildana ku bîst salan berdewam kir, piştî ku rê li bandoriyên herêm û dinyayê vekir, wek encama nabos(çıkmaz)en derketin pêşiya wê, zîvirî pêvajoya îmraliyê.
Şertên îmraliyê ne weke kesê tenê, weke komar û gel tê mana hilhatineke siyemîn. Hilhatina duyemîn zayina bi şer û tundiyê, paqijbûyinê îfade dikir. Donema hembertiya(karşit) komara olîgarşîk a ku li gorî zagona hebûn û bihevrebûna dijtiyan(zitlik) di her olguyên xweza û civakê de di bingeha tundîtiyê de demdirêj dibe, wê cihê xwe ji komara laîk û demokratîk a ku wê bi demokratîkbûnê pêk bê re bihêle. Çawa ku pêşketinên bê nakokî çênabin, pêşketina di nav nakokiyên bê mane û bê çareserî de li aliyekî, encex qeyran, xerakirin û texrîbat pêş bikeve. Tirkiye ji ber ku di baş fêhm kirin û di wextê wê de li dahûrandina nakokiyên xwe dereng ma, kete pêvajoya qeyranê û nikare derkeve. Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nû de avabûn û şikilgirtinê zor dike. Ji dewletê heta aboriyê, siyasetê heta huquqê,exlaqê heta hunerê her qad dihejije û dikeve buhranê de û bi qeyranê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min a îmraliyê tê wateya tetîkkirina vê rastiyê. Çawa ku pêvajoya berî vê weke olguya “ez û şer” wate dîtibe, ev pêvajoya nû jî tê wateya olguya “ez û aşîtî” yê. Perçeyek bingehîn ê hebûna min weke sazî, vîn û zanebûna azadiya Kurd e. Ev hişmendî û vîna ku bi şer tecrûbe bûye, niha jî di pevajoya aşîtiyê re derbas dibe. Dema pêvajoya şer xwe weke antî-feodal, antî komara olîgarşîk formûle dike, pêvajoya aşîtiyê xwe weke “komara laîk û demokratîk” bi di şikil û cewher de xwe nûkirinê îfade dike. Ger ku şer û ji hev veqetîn nayê arzûkirin ji sîstemê avêtina wê tê xwestin, divê ji pêvajoya ku Kurdan di dîrokê de bi keda xwe dewletbûyin û netewbûyana ku bi Tirkan re jiyayê bi zor û neqebûlkirinê neyê hermono kirin. Aşîtî, şert dike ku hiqûq û sîyaset cih bidin ku Kurd hebûna xwe yî çandî weke ku dixwazin azad bijîn û bi komarê re bikin yek. Komara li ser înkara Kurdê azad, olîgarşîk e û tundîtiyê ji hev veqetînê têne. Vekirîbûna ji yekîtiya azad re, yanî lihevkirina demokratîk, tê wateya jiyana di nav yekîtî û aşîtiyê de. Pêkneanîna vê, ji ber biencam nebûna tekoşîna navbera komara olîgarşîk û komara demokratîk e. Ji ber vê weke sembolîk pêvajoya Îmraliyê evreyeke dîrokî hişaret dike. Yan wê ev pêvajo aşîtiyê ava bike, yan jî ger ku serkeftî nebe û polîtikyên komara olîgarşik yên înkar û tinekirinê bidomin, wê çaxê wê pêvajoya tundîtiyeke hîn zêdetir û berferehtir û li cem vê ji hev veqetîneke kûr bîne.
Ev rastiya bingehîn, di bin vê qeyran(kriz)a ku di dîroka Tirkiye de cara yekê bi kûrahî tê jiyîn veşartiye. Weke meclîs û hikûmeta olguya siyatê saha dahûrîner, nenirxandina mijarê û di wextê xwe de pêkneanîna tiştên ku dikevin ser milê xwe, danehûrandin û sergirtina pirsgrêkan, weke ku di çapemeniyê de jî zêde tê dayin dide nîşandan ku qeynaxa qeyranê siyaset e. Siyaset dibêje qey wê weke şûrê Demokles bi ser min de hejandina biryara darvekirinê ve encamê bigire û şaşîtiya herî mezin li vir dike. Ev nêzîkayî Tirkiye mehkûmî sîstema ku xwe dispêre çeteyên bêqanûniyê û rantcîtiya ji hundur û derv de tê ferzkirin, her wekî din mehkûmî qeyranê dike; her sal, heta her meh bi milyon dolaran xisarên madî pê dide kirin, weke manewî jî vî welatî bi êşên kûr û zehmetiyan difetisêne. Mademkî di şerê panzdeh salan de, weke bîlanço mirina 40 hezar kesan, bi sedan û milyaran xisarê madî hene, wê çaxê tişta ku bê kirin bi hemû şertên dîrokî, civakî, navnetewî girtina dest a vê olguyê pênaseyeke rast û anîna çareseriyê ye. Heta ku ev neyê kirin, hîn bêhtir hilpirikîna qeyrana pir ferehî qethî(kesin) ye.
Weke kes û saziya serokatî pêvajoya min a Îmraliyê, dibin vê çarçovê de nirxandina pirsgrêkê hewcedar dike. Dema ku ev yek bi hişmendiyên fêdekar û erzan re pêk nayê, bivê bera ji derdorên dewleta fermî, bivê jî bera ji derdorên Kurdên hevkar werê, serkê nêzîkatiyên îmha, bêbextî û înkarê yên ku tên pêşxistin digihê şerekî ku ji navê nayê derketin. Ji bo ku em nekevin vê leyistikê, li cem hişyarbûn û fêhmkeriyê bi zanebûna ku îmhakirina min a madî manewî tê wateya îmhaya vîna hemû hêzên Kurd û Tirk e, ji bo ku şerê azadiyê li gorî fêda gelê me encam bigire, weke ku wê sibe şer dest pê bike saxlem bi rêvebirina hemû amadekariyên şerê parastina rewa yên stratejîkî û taktîkî, ev mercekî(koşul) serketina vê pêvajoyê yê bingehîn e. Ji bo dewletê, civakê, gelê me, PKK û ji bo min wateya Îmraliyê ya dîrokî ev e.
7- Maneyeke 15’ê Sibatê ya ku divê ji milê Awrûpa, DYA û PMMA(Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa) rast were pênasekirin heye. Berpirsyarê rewşa min a girtin û binçavkirina ku li himber vîna Azadiya Kurd, dervî hiqûq û dijberî PMMA, ji Komara Tirkye zêdetir, saziyên DYA û YA yên hiqûqî û siyasî ne. Ji ber ku weke min di paraznameya xwe de berfereh vekir, hêz û saziyên ku me behsa wan kir di encama bi fêhmkeriyeke mêtînger binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa, bi helwesteke dervî hiqûqê ev rewş avakirine. Her wekî din di çûyina peymana Mafê Mirovan a Awrûpa de, tenê ne rewşa Komara Tirkiye ya dijberî PMMA, bi esasî tişta ku pêşî divê di ber çavan re were derbaskirin darizandina berpirsyartiyên YA û DYA yên di şexsê min de li himber vîna azadiya Kurd a dervî hiqûq û bêaxlaq e.
Li sê peytextên Awrûpa yên grîng bizmarek li darvekirin û çarmixkirin(bi kurdî; bi çar bizmaran)a min hatî xistin. Piştre bi leystikeke zirav a kapîtalîst ji dest yemyamên Efrîka avêtime balefira Tirk.
Cihê ku cara yekê ez li çarmixê kirim, peytext Atîna ye. Atîna, bivê ji şaşmayinê bivê ji çavkoriya heyfhilandinê hatibe, bi rihekî tirsonek û çandeke paşverû, xwest ku êşa windakirina desthilatiya xwe yî sê hezar salan li ser Anatolyayê derxe; bendewariya serfiraziyeke erzan û bêrêgez a li himberî Tirktiya Anatolya ji min hatî kirin. Dema ku fêhm kirin ev yek ne gengaz e, weke ku xwediyê min ew in, ji bedêla hinek tawîzan li Kıbrıs û Ege weke pakêta diyariyê yan jî miheke qurbanî xayîntiya pêşkêşkirina ji Hikûmeta Tirk re ketîtiya ku di dîrokê de wekî wê nehatiye dîtin û bêşereftiya ku di tu kitêban de cihê wê nine daye nîşandan; wekî endamê YA, li hemberî PMMA sûcê hiqûqê kiriye. Bêyî ku tu mehne(bahane)ya dijber li darîçav were dayin, bêexlaqiya di vê bûyerê de û sûcê li himber hiqûqê net e. Ger ku hewce bike, bi gelek şehdî re ev yek dikare were îspatkirin. Nivîskarê Yewnanî Kazancakis, romana “Ji Nû Ve Çarmixkirina Îsa” ji zû de nivîsandiye. Lê ya min rewşa min ne takekesî ye. Çalekiya çarmixê li ser milyonan Kurdê vîna wan azad û bi mirinî girêdayî serokatiya xwe hatiye kirin. Di be ku Yewnanî ji Zeus û virde xwe pir qurnaz bihesibîn. Xwedawend Athena ya keça Zeus a ku ji enya xwe çêkiriye, bi hîle dikare xwe bixe dewsa Deîphobosê brayê Hektorê ji Troyayê û bavêje nav şerê agir tasfiye bike. Wê çaxê dikare deryê Anatolya veke. Ev rastî di mîtolojiyê de derbas dibe. Lê ez ji 2000 hezaran re mabû yek, dema ku di sedsala 20. de dijîm xistim vê xefkê. Ger ku wan bi xwe ez bikuştama, komplo be jî rengê qezayê dabanê û ev pêk bianiyana min xem nedixwar. Weke pêwîstiya çanda wan wî bibuwa û biqediya. Lê bi usula weke diyarî paketkirina ku di tu kitêbên insanetiyê de û di tu rêgezên exlaqî de cihê wê nîne, di nav êşên nêzî 30 hezar şehîdan û hesirê dayikên şehîdan de, di demeke herî krîtîk ku ez hîç ne hazir bûm û hîn hêvîya wan î tiştna ji min hebû, çawa diwêrê min radestî tîmên şerê taybet bike? Li pişt wan serokwezîrê DYA Clînton hebûye, wî emir daye.(Şewirmendê wî yê taybet Blindkend ev di çapemeniyê fermî daxuya) Hikûmeta Yewnan jî bi leystoka dostanîyê ev pêk aniye.
Clinton wê donemê di bin pencik(kıskac)a darizandina hetîketi(skandal)ya Monika ya senato de ye. Jina wî Hilery û xwoşewîsta wî Monika, her du jî du jinên bi eslê xwe Cihû ne ji berê de amadekirine û xistine hindurê qesra sipî. Cihû dibejin ku ev huner xwedê daye me. Weke behsa Îbraniya ya ku di tewradê de derbas dibe, dema ku weke yekemîn sixura jin bi pesindarî behsa fahîşe Rahap tê kirin, Clinton, weke nûnerê dawî yê zilamê sipî ku ji çanda kowboyê û nêçîrvaniya çermesoran dike hedê xwe nizanê ye. Tenê ji bo ku ji hetîketiya ku bi Monika re ketiyê xwe erzan xelas bike, pêk anîna vîna radestkirina min a ku MOSSAD’ê şert kiribû, nedibû erka hikûmeta Yewnan. Ji bo piştgiriya serokê DYA yê mezin hertişt hate kirin. Yan wekî din bêexlaqî û dervî hiqûqiya vê komployê ne didan berçav.
Îsraîl, ji bo ku di ser Tirkiye de dengeya stratejîk ava bike ne dibû xwedî heqê ku min bike qurbanî. Yê ku cara yekemîn qurbankirina mirovan rakiriye jî pêşiyê me Hz. Îbrahîm pêxember e. Tenê ji bo bîranîn û rêzdariya ola wî jî bana, diviya bû ku MOSSAD neketana vê çalekiya qurbaniyê. Divê ji bo mezinahiyê sînorekî exlaqî hebe. Hîç neba jî diviyabû hikûmeta Yewnan nebûba amûrê vê leystika qirêj. Bi van leystikê zirav yê ku li ser Tirkiye dileyizin û li hev dikin wan bixwesî ji akilmendiya vê bawer nedikir disa jî, diviyabû ku Kurdekî weke min weke bomba atomê ya zindî bikar neanîbana. Diviya ku hesab bikira wê rojekê hişê Kurd jî werê serê wî û tolahildana xwe birêxistin bike. Ji hezarî yek be jî divaba ev îhtîmal hatiba hesabkirin. Ev sûcê ku li Navenda Xirîstiyaniya Ortadoks di her alî de ji nû ve çarmixkirina rihê Îsa Mesîh divaba evqasî erzan nehata kirin. Divaba nebûba muştaq(turev)ê Yahuda Îskarîot ê hemdem. Ya hîn xerabtir, bi van daxuyaniyên sexte bi vê bêexlaqî tirsnak sûcdarî nehata sergirtin. Ez zêde dirêjnakim. Wateya mîxê destpêkê li çarmixa min yan jî tabûta min a ku li Atîna hatî amadekirin hatiye xistin ya însanî û dîrokî di vê çarçovê de ye. Heger dirust nêzîkbûn bê esasgirtin, rexê wê yî siyasî û hiqûqî divê bênin ber çav.
Bizmarê duyemîn li Moskovayê hatî lêxistin. Ez hîç ji vê şaş nemam û aciz nebûm. Gilîkirinê jî zêde bi mane nabînim. Min îhtîmal neda ku qaygiyên Rus û Hikûmeta wan î ku bi şiklekî herî xerab bi xemsarî nêzî nirxê xwe yî herî bavçê(soylu) dibin, yên însanî û exlaqî hebin. Rusan di vê donemê de zêde zêde îspat kirine ku nirxekî ji bo pera feda nekin nîne. Weke endamê Konseya Awrûpa Rusya, girêdayî Peymana Mafê Mirovan a Awrûpa ye. Her wekî din bi piştguh kirina xwesteka min a îltîcaya siyasî ku Duma ya di cihê parlemento de bi 298 rayên li himber yek rayê hate qebûlkirin, bi zorê avêtina min a ji Rusya dervî hiqûqê ye. Ev jî YA û PMMA elaqedar dike.
Bizmarê siyemîn jî li peytexta Awrûpa ya pîroz Roma li ber çavê papa hate kutandin. Her çiqasî di destpêkê de mirovê mezin Aziz Paol xirîstiyanê ku cara yekê li Romayê hatibe kuştin jî, divabû pêvajoyeke ji mirinê xerabtir ji bo min nehata inyatkirin(dayatma). Awrûpa û Roma di wê îdeayê de ne ku nûnertiya şaristaniya hemdem dikin. Ji 2000’an re salek mabû Roma divabû tişta ku li Saint Paul kir cara didiwa neceribandibana. Eynî weke wî ez jî ji Şamê dihatim. Ez î bi qasî ku zimanê min zîvirî hinek rastiyên li ser şaristaniyê bêjim. Ji bo çi hatin rewşeke ku ewqas qebûl nakin? 66 rojan weke ku di qefeseke hesinî de bigirin, li her aliyên min polisê weke pola danîn û bi xedarî nêzî min bûn. Min ê hebûn û azadîxwaziya gelekî dîrokê yê herî kevn ku mafê mirovatiyê jê re nehatî naskirin, hîna navê xwe jî nedaye qebûlkirin bianiye ser zimên. Vekiriye ku ev daxwaza demokratîk û heq li gorî nirxê Awrûpa yên hiqûqî û siyasî ye. Ji vî heqî re hîç rêz nehate girtin. Ji bo ku ez bêm revandin her tişt hate kirin. Ji bo çarmixkirinê hemû fonksiyonên psîkolojîk hatin bicihanîn û ez hatim postakirin. Divê PMMA li ser vî aliyê rastiyê bisekine, hesap were pirsîn çima li Romaya ku teşe û giyan daye YA’yê rewşeke wiha pêşket û tişta hewce werêne ber çav.
Revandina min a peytexta Kenya bi temamî bi şirîkatiya vîna Awrûpa û DYA’yê pêk hatiye. Rola herî adî jî bi zaroka xwe ya şûm Hikûmeta Yewnanê dan leyistandin. Çîroka vê dirêj e. Min qismen behsê kir. Pêwîst bike ezê vê rastiya revandin û radestkirina li Sefîri(elçilik)yên Kenyayê bi devkî jî dirêj dirêj û peyitandî li PMMAyê bêjim. Yek ji îşê komployê yê herî qirêj jî erka barkirina tabût, çarmix û pakêtê, kişandina ben a ku bi dest yamyamên Afrîka yên ji Kenya ku baş hatine tebiye kirin hatî pêkanîn e. Qaşo Awrûpa pir û pak bû, sûc jî Kenya kir! Xuyaye ku, Awrûpa di qirkirina gelan de baş tecrûbe qezenc kiriye. Di vê derê de jî rola celadê siyasî yê sivik leyîstiye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan dipelikîne(çekinmek), hinekî jî ev taktîk xistiye dewrê. Yanî li Awrûpa karê qirêj qet nabe; bibe bibe jî di navbera yemyaman de dibe.
Li Kenya rola DYA’yê vekiriye. Jixwe serokê DYA’yê li rola xwe, yanî emrê radestkirinê xwedî derketiye. Li gorî min teqez e ku îstîxbarata Yewnan û CIA vê leyistikê ne ji eşqa Tirkiye re leyîstine. Şika nakim ku weke armanceke stratejîk dipejirênin ku mirina min ji destê Tirkan be. Bawer dikim ku nêzîkatiya Îngilîzan jî ev e. Li gorî min qismen weke berxwedêrekî qebe dijminatiya Tirkan nekirina min, qismen jî nêzîkatiya Serkantiya Giştî ya Tirk a îhtîyadî, pêşiya teqîna bomba ku ji vê leyistikê hêvî dikirin ku di şexsê min de bibe malî jiyana dehhezaran girt. Pêşî hat girtin ku sedsala 21. bibe weke sedsala pevçûna Kurd û Tirk. Eşkereye ku, ev leyistika ku di bin maskeya dostaniyê de him li Tirkan him li Kurdan tê kirin, komploya ji lîstikên Bîzansê yên ku di dîrokê de weke wan ne hatiye dîtin hîn xerabtir herî bêzirav û bêşeref e. Ez di wê baweriyê de me ku hewceye him Kurd him Tirk teqez vî aliyê komloyê bibînin.
Îsraîl, di radestkirina min û tecrîtkirina min a di raya dinyayê de rola diyarker leyîstiye. Derketina min a Rojhilata Navîn û di Tevgera Kurd de pêşxistina min a xeteke nû ji xwe re reqîb û talûke dîtiye. Wexta ku weke kevneşopî Tevgera Kurd tê gotin Îsraîl, hezên hevkarên Kurd yên Iraqê esas digire, hewl dide ku bi rêka wan hemû Kurdan di têkiliyên pir alî yên bi wan re bixe nav tevneke stratjîk de. Tevgerîna min a serbixwe û perçekirina min a vê tevnê, her wekî din timî tengkirina min a saha hevkaran û di saha Ereban de zêde mayina min, rê li ber vekir ku di derheqê min de di raya dinyayê de stratejiyê pêş bixin. Dibêjim qey ez ji Îsraîlê rewşekê ku ji Arafê hîn bêhtir neyê xwestin dixwazim. Van faktoran di ketina wan î îtifaqa stratejîk a bi Tirkiye re di derheqê min de rola bingehin leyîstine. Gumana min nîne ku ev stratejî aîdî rastê Îsraîl e li cem vê yekê, derneketiya holê ku ji milê xeta Şîmon Perez a ku nûnertiya çepê dike çiqasî tê pejirandin nayê pejirandin.
Îsraîl ji beriya 9’ê Cotmeha 1998’an de dest avêtiye min. Ji bombebarankirina 6’ê Gulan 1996’an xebera wî û piştgiriya wî heye. Mijareke hêjayî lêkolînê ye ku Yewnanîstan çiqasî weke taşeron hatî bikaranîn. Ji aliyê serok Primakov mişextina min a ji Moskova bi lobiya Îsraîl û Yahûdî re pêwendîdar e. Tê bîra min Ariyel Şaron bizat bixwe hatibû. Ya ku bi ser DYA de Îtalya ditepisand jî Îsraîl e. Li Londra, Awrûpa li pişt nîşandana tewrê zilamê nayê xwestin îhtimaleke mezine ku MOSSAD hebe. Ya ku zor da DYA ku di derheqê min de emrê radestkirinê bide jî rastiya Cihû ye. Ez hertim vê tewra Îsraîl dişibihênim tiştên ku di derketinê de anîne serê Musa belkî jî kuştina wî. Ez hertim dixwazim ku cihê gelê Cihû di Rojhilata Navîn a demokratîk de hebe. Dîsa min hertim heyrantî û rêz da hêza felsefe, huner û zanista Cihû. Wê her roj baştir fêhm bikin bi tişta ku li min kirin gelek zerarê didin xwe. Kurd bi dîtina rastiya bi vî şiklî wê hîn bêhtir şîyar bibin, wê îspat bikin ku bigihin hêza xwe, û edaletê bênin.