STUTTGART– Li bajarê Elmanya Stuttgartê, ciwanên Kurd, çalakiya protestokirina Qomploya Navdewletî pêk anîn.
Di salvegera Qomploya Navdelwetî ku di 9ê Cotmeha 1998an de dest pê kir û di 15ê Sibata 1999an de bi dîlgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re bi encam bibû de, li dewletên ku para wan li qomployê heye, çalakiya protestokirinê berdewam dikin.
Îro serî sibê, li avahiya saziya dewletê ku li Stuttgartê ye, ji aliyê ciwanên Kurd ve postera Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Ala PKKê hatin daliqandin. Demeke dirêj, al û poster nekarîn bînin xwarê.