BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;
15’ê Sibatê balafirên şer saet di 14:30’î de qada Deşta Nehlê ya herêma Garê, saet di 16:15’an de jî qada Geliyê Basya ya herêma Avaşînê bombe kirin.
18’ê Sibatê balafirên şer saet di 14:00 de qada Gollka ya herêma Metîna, saet di 15:30’î de qada gundê Enzê ya herêma Qendîlê û saet di 17:00 de jî qada Çemço ya herêma Zapê bombe kirin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat. Li qada gundê Enzê ji ber bombardûmanê xisara madî li bexçe û malên gelê xwecihî bû.”