BEHDÎNAN – Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Rizgar Êrsî tevlî bernameyek taybet a Sterk TV bû û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
‘LI DIJÎ HIŞMENDIYA NETEW-DEWLET HIŞMENDIYA GELAN AFIRAND’
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Rizgar Êrsî destpêkê komploya navneteweyî wek rojekî reş ya dîrokê nirxand û got: “Ev 21 sal inRêber Apo li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîtekî girankirî de dîl tê girtin. Komploya li ser Rêber Apo li ser tevahiya mirovahiyê bû. Bi tevgera me ya Apoyî re dîrokê hat guhertin, lewra Rêber Apo ji bo azadiya hemû gelan têkoşîna azadiyê da destpêkirin. Lewra mafê her gelî heye ku li ser axa xwe bijî. Di navbera hemû zindiyan de nêzîkbûneke mirovî pêş xist. Li hember hişmendiya netew dewlet hişmendiya wekheviya gelan pêşxist û wek xeta sêyemîn pêş ket. Ji ber vê yeke sîstema modernîteya kapîtalîst li dijî vê xetê kete nava liv û tevgerê. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyek nû. Hêzên desthiladar Rêber Apo wek xeteriyek dîtin ji ber vê yekê bi derketina tevgera Apoyî re komployên pergalê destpê kir. Rêber Apo bû hêviya gelê Kurd.”
‘GELÊ KURD BI RÊBER APO RE DIKARE BIGIHÊJE AZADÎ Û HEBÛNA XWE’
Fermandarê HPG’ê Êrsî bal kişand girîngiya têkoşîna gelê Kurd û ev nirxandin kir: “Rêber Apo nûneriya gelê Kurd kir û perspektîfên jiyana azad da, ji ber vê yekê komplo di şexsê Rêber Apo de li ser tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ya cîhanê bû. Hedefa komployê tinekirina gelê Kurd bû. Gelê Kurd bi Rêber Apo re dikare bigihîje azadî û hebûna xwe. Heke tevgera Apoyî nebe gelê Kurd jî nabe. Dixwestin dijmintî di nava gelan de pêşbixin û gelê Kurd tine bikin. Ji ber vê 15’ê Sibatê her tim di nava dîrokê de wek rojekî reş bimîne. Helwesta Serokatî planên qirêj a desthilatdaran vala derxist.”
‘SEROK APO JI BO ÇARESERIYÊ TIM RÊYA DIYALOGÊ ESAS GIRT’
Fermandarê gerîla Êrsî, israra Ocalan a di aştiyê de nirxand û got, “Rêber Apo her dem digot; ‘Divê mirov ji bo azadî ji tiştekî tawîz nede lê ji bo aşitiyê çi ji destê me bê em ê bikin.’ Ango divê mirov ji rêgezên xwe tawîz nede lê ji bo çareseriyê divê mirov esnek be. Serokatî digot; ‘Ez ji bo biratiya gelan amade me, çi bikeve ser milê min ez ê bikim’ Serok Apo dixwest bi rêyên diyalogê çareserî pêş bixin, lê hêzên navnetewî yên dagirker di nava komployê de gelek komployên din pêşxistin, tecrîta girankirî heta niha pêktînin lê Rêber Apo her dem stratejik nêz bû da ku azadiyeke mayînde pêk bîne. Lê Serokatî armanca komployê vala derxist her tim gavên komplogeran tek bir. Serokatî li Îmraliyê têkoşîneke pir alî meşand. Li hember komployê têkoşîneke mezin da û xwest dîrokê ji nû ve binivisîne. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin ve ne tenê gelê Kurd gelê herêmê jî Serokatî wek serokê xwe qabul dikin û sîstema netewa demokratîk dipejirînin, lewra çînayetî pêş naxe. Ji ber vê fikra Rêber Apo di dîrokê de wê pêşketinên pir mezin ava bike. Li beramberî vê komployê gelê Kurd li derdora Rêber Apo bûn xelek. Gelê me pêşengtiya têkoşînê kir ji ber vê xeteriya li ser Rêber Apo wekî li hemberî xwe dît û têkoşîn dan, çalakiyên cûr be cûr pêş xistin. Li her derî cîhanê bênavber têkoşiyan. Bi taybetî jin û ciwan xwedî projeya Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo li hember rizîbûna civakê disekine û gelê Kurd jî di pêşengtiya Rêber Apo de dîrokê diguherîne.”
‘JI DERVEYÎ RÊBER APO TI RÊYEK DIN A ÇARESERIYÊ TINE YE’
Êrsî dewama nirxandinên xwe de got: “Bi tecrîdkirina Serokatî çareserî ne gengaz e’ û wiha nirxand:” “Li Rojhilata Navîn qeyranekî cidî tê heye, dewletên herêmê jî ji vê re nabin çareserî, bi milyonan însan dibin koçber û tên qirkirin. Ji sala 2010’an û şûn ve li Rojhilata Navîn şerekî pir dijwar destpê kir û dewletên navnetewî rêvedibirin. Di vê şerî de jî armanc dagirkirina Rojhilata Navîn bû û heman demî tine kirina Tevgera me ya azadiyê bû. Ji 99’ heta niha li Îmraliyê bi dehan caran cezayên cûr be cûr li ser Rêber Apo pêş xistin, mafên xwezayî jî asteng kirin. Di nava tecrîhê de tecrîd kirin, gef xwarin, hevdîtin qut kirin ji ber ku ji Rêber Apo ditirsin û têkiliyê wî bi gel û tevgerê re qut dikin. Wisa difikirin ku bi vî rengî bikaribin planên xwe pêk bînin, gelê Kurd tine bikin lê belê çareserî derveyî Rêber Apo pêşnakeve. Bi tecrîdkirina Serokatî re çareserkirina vê pirsgirêkê ne gengaz e.”
‘KURD TINE NABIN, BÊ TÊKOŞÎN JÎ NABE Û BÊ SEROK JÎ NAJÎN’
Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî di berdewamiya nirxandinê xwe de li hember tecrîdê berxwedana zindanan nirxand û got: “Ev tecrîd heman demê li ser gelê Kurd e û li hember mirovahî ye. Lê belê ew ti carî bi sernakevin. Li hember vê komployê û tecrîdê gelê Kurd û gelên azadîxwaz li her derî cîhanê berxwedan, xetekî azad pêşket bi taybetî helwesta hevalên di girtîgehê de rolekî pir xurt leyîst. Gelê Kurd ti carî tecrîda li ser Rêber Apo qabul nekir û her dem di nava çalakiyan de bûn bersiv. Di pêşengtiya Leyla Guven de berxwedaniya zindanan tecrîda li ser Rêber Apo şikand, dewleta Tirk neçarî çûna gel Serokatî kirin. Lê cardin bi konsepta şerê taybet gotin; ‘Êdî qedexe rabûye, malbat û parêzer dikarin hevdîtin bikin’ lê ev jî xapandin bû. Dema ku tengav bûn çûn gel Serokatî lê ji bo berjewendiyên xwe armancê wan xwe li ser linga girtin e. Gelê Kurd tine nabe, bêtêkoşîn nabe û bê Serok jî najîn. Em ê têkoşîn û rêxistinbûna xwe hîn xurtir bikin û tecrîtê bişkînin. Dem dema têkoşînê ye.”
‘BI YEKÎTIYA KURD Û TÊKOŞÎNÊ VE TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN’
Di dawiya nirxandinên xwe de Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî bal kişand ser mezinkirina berxwedan û têkoşînê û wiha got: “Gelê Kurd her dem bi rûmeta xwe jiyane. Êşên pir dijwar li ser pêk hatine, bi qirkirinan re rû bi rû man, lê her tim têkoşiyan. Têkoşîna me ya azadiyê jî ji bo gelê Kurd bûye hêvî. Niha jî gelê Kurd ji ber êrîşan nikarin li ser axa xwe bijî. Bi taybetî dewleta faşîst a Tirkiyê hewl dide piştgiriya hêzên navnetewî jî bigre û cardin gelê Kurd qir bikin. Bi perspektîfên Rêber Apo re wê gelê Kurd hemû xwedî li hevdu derbikevin. Li her çar perçeyê Kurdistanê êrîşên pir mezin li ser gelê me pêşdikeve lê belê sekna gelê me cihê rûmetê ye. Tevlî berxwedaniyê bûn, xwedî li tevgera me ya azadiyê derketin ji xwe tevgera me ya gel e. Wê di pêşengtiya Tevgera me ya azadiyê de gelê Kurd azad be. Gelê me jî bi têkoşîna xwe ve vî dijminê bibe ber Serokatî. Heke gel û gerîla bi hev re têkoşîneke xurt bimeşînin û bi rêxistinbûna xwe ve xwe biparêzin wê demê têkoşîna me bi serkeftinê re encam bigre. Heke gelê Kurd yekîtiyê xwe xurt bikin azadî nêz e. Ji bo şikandina komploya 15’ê Sibatê divê em derdora Rêbertî kom bibin da ku gelê Kurd li her çar perçeyê Kurdistanê bikaribin bi vînekî azad bijîn.”
ÇAVKANÎ: ANF – TEKOŞÎN AXÎN-JÎNDAR ŞÎLAN