HANAÛ – Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê doh êvarê du êrişên çekdarî pêk hatin. Tê gotin ku ji ber êrişê 11 kes mirine.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Elman, êrişkar destpêkê avêt ser klûbeke nargîleyê ya li taxa Heumarktê. Piştre jî li devera Kesselstadtê ket navendeke bi navê Arena Bar û gule li derdorê reşand.
Li gorî agahiyan, 9 kes di êrişê de hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Êrişkar serê sibehê tevî cesedê kesekî din li mala xwe mirî hate dîtin.
Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan Kurd in.