NAVENDA NÛÇEYAN – Elmanya vê sibehê bi êrişeke terorê dest bi rojê kir. Li bajarê Hanaû yê eyaleta Hessenê doh êvarê saet di 22:00 de li du kafeyên nargîleyê êrişa çekdarî hatibû kirin û polîsan li cihên bûyerê 9 cenaze dîtibûn. Polîs nîvê şevê bi pey kujer Tobîas Rathjen ketin û li devereke ku bi 5 deqeyan dûrî cihê bûyerê ye 2 cesedên din dîtin.
Bûyera li Hanaû di encama lêkolîna polîsan û hêzên ewlekariyê de vê sibehê eşkere bû. Rathjen li du kafeyên cuda bi giştî 9 koçber qetil kir û piştre çû mala xwe, li wir jî piştî ku dayika xwe kuşt, întihar kir.
2 CIWANÊN KURD JÎ HATIN QETILKIRIN
Hate ragihandin ku di nava koçberên hatin qetilkirin de herî kêm 2 jê ciwanên Kurd in.
Çavkaniyên xwecihî yên li Hanaû agahî dan ANF’ê û ragihandin ku 2 ciwanên welatparêz bi navê Ferhat Ûnvar û Gokhan Gultekîn jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha 3 ji birîndaran jî Kurdistanî ne. Tê payin ku agahiyên berfireh li ser êrişê û qurbaniyan ji aliyê dozgerê federal û yekîneyên polîsan ve bên eşkerekirin.
MANÎFESTOYEKE NÎJADPEREST LI PEY XWE HIŞT
Tobîas Rathjen ku di sala 1977’an de li Hanaûyê ji dayik bû, mîna êrişkarê terorê yê li Norwêcê Anders Breîvîk li pey xwe manîfestoyeke nîjadperest hişt. Rathjen li malpereke înternetê sê dosyayên cuda li ser jiyan û nêrînên xwe yên nîjadperest weşand û îdîa kir ku gelên nepêkane ji Elmanyayê bên dersînorkirin divê bên tinekirin. Rathjen her wiha peyamek bi Îngilîzî jî li YoûTûbe weşand û teoriyên komplo yên li dijî DYE’yê ragihand.
STEÎNMEÎER: ÇALAKIYEKE TERORÊ YE
Rayedarên dewleta Elman û siyasetmedaran nerazîbûneke tund nîşanî êrişê dan. Serokkomar Frank-Walter Steînmeîer têkildarî êrişê got “çalakiyeke terorê” ye û fikarên xwe anî ziman. Steînmeîer anî ziman ku ew bi wan mirovan re ne ku hêrsa nîjadperestiyê gefê li wan dixwe û jiyaneke bi hev re ya aştiyane diparêzin.
MERKEL: EV JEHR DI NAVA CIVAKA ME DE HEYE
Serokwezîr Angela Merkel ku wê tevlî çalakiyek li bajarê Halleyê bû, piştî êrişê tevlî nebû û li paytext Berlînê daxuyaniyek da. Merkel ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û got, “Yek ji rojên herî bi êş û giran ê welatê me ye. Nîjadperestî jehre e û mixabin ev jehr di nava civaka me de heye.”
KÎPPÎNG: TESADÛFÎ NÎNE
Hevseroka Giştî ya Partiya Çep Katja Kîppîng nerazîbûneke tund nîşanî êrişê da. Kîppîng anî ziman ku êrişên bi vî rengî tesadûfî nînin û bal kişand ser nîjadperestiyê ku dema dawî li welêt zêde bûye. Kîppîng li ser Twîtterê wiha nivîsî; “Wir trauern-Yas tutuyoruz-Em xemgîn in”.
GEL DADIKEVIN QADAN
Di serî de Kurdistanî bi pêşengiya koçberan wê îro saet di 18:00 de li Hanaû û gelek bajaran li dijî êrişa nîjadperestiyê çalakî bên kirin.