Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Dema em behsa Suriye bikin bêguman pêwîste ewil em bêjin Şam û destpê bikin. Ango Suriya bê Şamê bê wateye. Şam ango Cennetü’l-Arz bi gotinên me ji Şamê re ”Bihûşta li ser cîhanê” tê gotin.
Yek ji nevîyên Sam kûrê Nuh ji ber ku navê xwe Dimaşk bûye, Şam re Dimaşk hatiye gotine.
Lê hêna balkêştêr ew e ku, li gore gotinan kûrê Adem Kabîl, Habîl li Şam de li ser çiyayê Kâsiyûn de kuştiye. Û em jî dizanin ku li gore vê mîtolojiyê; xirabî, kuştin, êş, azar ango kutuya pandora bi vê bûyera vebûye, destpê kiriye û hêna jî bênavber ev xirabî û kuştina bi hovane dom dike.
Gelo çîroka Kabîl û Habîl ya ku li ser serê bajarê Şam de destpêkiriye ma îro jî li seranserê Suriye de dom nake? Suriye ya ku îro tevahî bûye xwîn û cihê kuştinê gelo nifireke?
Bêguman derbarê vê xirabî û kuştina destpêkê de ger lêkolînek fireh were kirin û were nivîsandin, gelek tiştên pir balkêş yê rastiya vê bûyerê jî ji xwe re bîne.
Lê mijara me ne ew e, mijara me Şerê Taybete ku ya çi di dîroka Suriye de, çi dema Fransiyan de û çi di dema Suriya beriya Hafiz Esad û pê wî de, rê û rêbazên ku di milê Şerê Taybet û Şerê Derûnî de hatine destgirtine.
Berê dema ku Sûrî dihate gotin; Suriya îro, Lûbnan, Filistin û axa Urdun jî ser de dihate fêmkirin. Hinek caran jî ji bo Suriye Ereba Bîladî Şam an jî Arzu-î Şam wek nav hatiye bi lêv kirine.
Tê gotin ku ji bo nav lêkirina Suriye sê nêrîn henin.
Yek, Ji ber ku berê li vir Asûran hukum kirine jê re Asurya hatiye gotine û bi demê re ev gotina bûya Suriya.
Dûyem, Berê li vir bi şêweyekê zêde Sûryan jiyane, û bi demê re gotina Suriya ango Suriye pêşketiye.
Sêyem jî ji ber ku bajarê Sur yê ku îro li ser Lûbnanê de li peravên Bahraspîye de berê li ser vê herême dihate hesibandine, demê re ji bo vê herêmê Suriye hatiye gotine.
Êdî kujan nav rast an ne rast bibe îro herkes ji bo vê herêmê navê Suriye kar tîne û em jî Suriye dibêjin.
Berê rûbera Suriye 185 180 km çarqoşe bû û niştecîhên xwe navbera 21 û 25 milyon bûn. Lê ji ber şerê ku wa 8 salan dom dike axak mezin ya Suriye di milê Tirkan ve hatiye dagirkirine. Û yek jî çi ber erîşên Rejîma Baas û çi jî bi leystokên taybet ê hêzên hegemon nufusek mezin ya Suriye, Suriye terikandiya û li gore berê him nûfus pir kêm maye him jî şert û mercên jiyanê li Suriye de giran bûne. Bi gotinek din tam kaosek jîn dibe.
Dîsa, sîstema Suriye li ser 14 wîlayetan ango Muhafaza’yan bûye. Lê sibê yê çi bibe hêna ne diyar e.
Dema behsa ax û dîroka Suriye were kirin bêguman bêyî ku behsa Çanda Tel Halaf ango Çanda Neolîtîk were kirin, wateya Suriye namîne. Her wiha dema ku behsa Suriye bikin pêwîste ku behsa Çanda El Obeyd ango Çanda Mêrperwerî, Desthilatdarî, Bajar, Çîn û Dewlet jî were kirin. Ji ber ku yek jî herêma ku herê zêde çanda Şarîstanî -Şarîstanî di wateya desthilatdarî û dewlet de, ne di watêya çandî ano jiyar de- jiyaye, yek jî ev herêma ye. Şerê çanda Aryenî û Semîtîk herî zêde li ser vê axê rû daye. Ango Şerê nava çanda dayîk û mêr perwerî herî zêde li vir bi dijwarî meşaye.
Dîsa dema ku behsa Suriye bikin pêwîste ku behsa erîşên Gilgameş û her wiha kesên wek wî jî were kirin. Bêguman dema dibêjin Suriye bêyî êrîşên Împaratorê Akadiyan Sargon û neviyên wî jî kes nikare jê derbas bibe. Pêwîste naye bîra kirin ku Sargon yek jî Împaratorê yekem e ango serdestê yekeme ku rêbazên emperyalîstî û dagirkirina hişk pêk aniye. Pê re jî pêwîste ku yên ku Suriye destdigirin bêguman behsa erîşên Împaratoriya Asûr, Hamûrabî, Babîl, Fars, Yewnan, Roma’yî, Part û Sasaniyan jî bikin.
Dîsa dema ku behsa Suriye û Şam ango Dîmaşk were kirin ma gengaz e ku behsa Hz Îsa nekin û erîşên bi hovane yê bi hezaran salan ên Bîzansiyan nekin?
Di wê manê de dema behsa Şam were kirin yek jî kesê ku herê zêde were bi lêvkirin bêguman ew Musilmanê sexte Muaviyê yê wek Erdoxan e. Bila naye bîra kirin ku, navenda ku herî zêde zerar daye Îslame Împaratoriya Emeviyane û navenda wan ango paytaxta wan jî Şam bû.
Vala vala her carê Erdoxan behsa vexwarina çayê li Camiya Emeviyan nake. Çawa ku îro li Enqere Erdoxan qasrek xwe bi hezar û sed mezel heye, di demê xwe de Muaviye jî li Şam qesra Kesk jî xwe re avakirîbû. Bêguman bi pêreyên dizî ango şelandî. Heman wek Erdoxan kirî…
Dema Şam were gotin bêguman pêwîste kirinên qirêj bi sedan salan ên Abbasiyan jî were bi lêvkirin. Ji bo kesên ku dixwazin kirinên Abbasiyan fêm bikin dikarin pirtûkên ”Çîrokên 1001 Şêv” bixwînin da ku bizanin Harûn Rêşîdê Halîfe çi jî Şam, Suriye û her wiha gelê wê derê kiriye.
Dema Şam û Suriye were gotin bêguman pêwîste erîşên Xacparestan û berxwedana Nureddîn Zengiyê Tirk û Seladdîn Eyyubiyê Kurd jî werin ziman.
Şam û Suriye bêyî ku erîşên hovane yên Moxolan werin bi lêvkirin jî yê kêm bimîne.
Hîç guman nîne ku yek jî hêza ku herî zêde bi Şam û Suriye ve girêdayî, bi kirinên herî qirêj û kirêt were ser ziman yekj jî Osmaniyên hov in. Pê re Cemal Paşayê Îttîhat-î Terakkî yê ku dijminê gelê Ereb bû.
Ma pir zexmete ku erîşên Tirkên faşîst û Tirkên Osmaniyên bi van rastiyan re girêdayî werin fêmkirin?
Bêguman ger em bixwazin him li Suriye û him jî li ser Kurdên ku li Suriye de ango Rojava de jiyane texrîbatên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem fêm bikin, pêwîste ku em behsa kirinên Fransiyên emperyalîst jî bikin.
Pê erîş û texrîbatên ku Fransiyan dijî Suriye meşandine şûn ve pêwîste ku em behsa Pêvajoya Darbeyên Leşkerî jî bikin. Bêguman pêwîstî heye ku behsa pêvajoya Komara Yekbûyî ya Ereban jî were kirin.
Wek din jî pêwîstî heye ku pêvajoya piştî salên 1961’an jî werin ziman. Taybet jî erîşên dijî Kurdan.
Ji bo ku roja îro were fêmkirin pêwîste kêm jî bibe malbata Esad û pê re jî pratîkên Hafiz Esad û kûr Beşar Esad jî were kirin.
Di wê manê de bi protokola ku qaşo Mutabakata Adana tê gotin bi kijan rêbazên qirêj dijî Kurdan şer kirine jî pêwîste werin ziman.
Û her wiha pêwîste ku behsa kirinên qirêj çi rejîma Beşar Esad, çi Dewleta Tirk a faşîst û çi jî Kurdên Spî yên ku bi dil û can hevkariya Erdoxan dikin jî bi kirinên xwe yên piştî ku Kurdên azadîxwaz bi dilek û bi werekiyek mezin şoreşek li 19 Tîrmeh 2012 bi derxistin jî bi hemû tazî bûyîne xwe werin ziman…
WÊ BIDOME…