NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevahî gelan û gelê Kurd pîroz be. Roja zimanê dayikê ji bo gelan roja xwedîderketina li ziman û çandê ye.
Civakên bindest di çerçoveya paradigmaya netewedewletê de bi salan tune hatine hesibandin û bi rêbazên bişaftinê hatiye xwestin ku ji holê bên rakirin. Civakan ev rojê weke cejnê, berdewamkirina hebûna xwe û lêgerîna maf dîtine û wekî roja berxwedanê dibînin.
Li Kurdistanê sed sale ku ji bilî zimanê fermî Tirkî bikaranîna zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Her wiha ligel zimanê Kurdî, Lazî, Ermenî, Erebî û Çerkezî jî tune hatine hesibandin. Bi vê yekî hatiye xwestin ku pêşiya pêşketina ziman bê girtin. Hişmendiya serdest di esasê tunekirinê de polîtîkayên bişaftinê meşandiye.
Ziman sedema hebûna gelan û çanda wê ye. Hemû êrîşên li dijî ziman di esasê xwe de êrîşa li hemberî gelan e.
Mafê zimanê dayikê mafeke gerdûnî û wateya bingeha jiyanê ye. Çiqas êrîşên li ser zimanê Kurdî zêde bibin berxwedan wê jî ewqasî mezin bibe. Têkoşîna ji bo ziman bixwe wateya jiyanê ye.
Em li ser vê esasê, ji bilî zimanê fermî û wêdetirî jiyîna jiyanekê, jiyanek ku tê de cûdahiyên me bikaribin xwe bi awayekî azad îfade bikin, çanda xwe azad bijîn û polîtîkayên bişaftinê tune bin dixwazin.
Ji ber van sedeman em bang li tevahî gelê xwe dikin ku di qadên siyasî û yên civakî de di tevahî qadên jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin, li hemberî polîtîkayên înkarkirin û bişaftinê li ber xwe bidin û bi helwestek Netewî seferberiya bikaranîna zimanê dayikê bilind bikin.
Bi bîr û baweriya ku em ê bi têkoşîna xwe jiyana azad biafirînin, Roja Zimanê Dayikê ya cîhanê pîroz dikin.”