Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Navenda Muaviye Şam bû û Muaviye Hz. Alî û tevahî muhalîfên Îslama çewt û dijberî Hz. Muhammed ango temsîla Îslama rast çawa tasfiyekirin kêm û zêde tê zanîn. Muaviye bi rêya kirîna mirovan, bi hîle, komplo him hemû muhalîfên xwe tasfiye kirin û yê ku wî nikarîbû jî safbûyîna wana exleqî wek di mijara Hz. Alî de çawa kar anîbû jî herkes dizane. Rêbazên xwe pir dewlemend bûn. Ji bo kar bîne dema nebû tine bike!
Bêguman dema ku ev kiriye di nava gel de sîxûrtî bi pisporiyek mezin jî şixûlandiye. Heman tişt pê re jî Abbasiyan kar anîne. Pergalek wiha avakirine ku, herkes şopandine. Û dema ku muhalîfên xwe tespît kirine an bi kirîne tevlî xwe kirine an jî dema ku muhalîf xwe nefiroştine bi lêdanên herî sêrt li ber çavên herkesî ji bo ku xovê avabikin wek di mijara Hallaci Mansûr de kuştine.
Du rêbazên ku îro jî li Suriye de pir bi hostayî tên meşandin carek din ev in. Yek, sîxûrtî û saziyên îstîxbarête li seranserê civakê belavkirine, yek jî li hember yên dijber -ger teslîm nebûne- hîç merhamet raber nekirine. Bêguman derew, fîtne fesadî, hîle, bêbaxtî, bi derûniyan mirovan leystin jî wek rêbazên din yê bandor jî, her li ser vê erdnîgariyê hatine kar anîn.
Osmanî jî ji bo bikaribin li ser piyan bimînin rêbazên ku di dîroka dû û dirêj de heta wê rojê hatine hêna kûrtir kirine û meşandine. Bi darizandin û dervekirina rewşenbîrên Ereb Osmaniyan ev rêbaza hêna pêşdetir birine.
Dema Fransî bi hêzên din yên emperyalîst di Şerê Cîhanê ya Yekem de serketin, Suriye bi peymana Sykes-Pîcot-Sazanov ketibû para wan ango Fransiyan. Neteweyên Yekbûyî ango Cemiyata Milletan di 14’ê Tîrmehê sala 1922’an de mandaya Fransa ya li ser Sûriyê erê kiribû.
Ruxme ku rastî ev in, hêna di sala 1921’an Fransa bi Hevpeymana Anqara ya di sala 1921’an de di navbera Tirkiye û Fransa de hatî îmzekirin û Kurdîstan careke din tê perçekirin; perçeya Rojava dikeve payê Fransa. Di salên pêşî ya Mandatiyê de ji qadên niştecihiyên Kurd ên Sûriye tenê “Çiyayê Kurd” di bin banê mandatiya Fransa de bû. Piştra xwe dirêjê Cîzre jî dikin. Lê em dizanin ku di serî de gelê Ereb lê yek jî di esasê xwe de Kurdên Efrînê ew rewşa hîç nepêjirandine û li hember Fransiyan tekoşînek pir bi dijwarî meşandine.
Fransî li hember tekoşîna Ereb û Kurdan di serî de bi serî ledana perçekirina civaka Ereb û Kurdan dijbertiya ev pêşxistine. Dîsa kêm netewên din ji bo xwe xebitandin e. Mînak hinek Kurd û hinek jî Ermen û Suryan-Keldan dijî Erebên Lubnanê kar anîne. Yek jî wek rêbaz ji bo hinek kesan berve xwe bikişînin him pere him jî meqam teklîfa wan kirine. Wek din hinek malbat jî taybet dijî gelê Ereb û Kurdan bi zanabûn kar anîne. Bi gotinek din di nava wan de sîxûrên xwe avakirine.
Bêguman yek jî bi kêm netewan re tekîliyên xwe pêşxistine û li hember Ereban kar anîne. Ji ber wê jî mînak li Lazqiye, li Horana Durziyan, li Îskenderûna Antakya û pê re jî i Cîzîrê îdareyên taybet damêzarindina û gelên ku kêm in qaşo girtine bin ”ewleyiyê!”
Lê ji ber ku piştî Ereban nûfusa Kurdan zêdeye ev maf ji bo Kurdan hîç nedane. Ji ber wê jî gelek Kurdên navdar dijî Fransiya şer kirine. Fransî ji ber tekiliyên xwe yên qirêj bi Tirkiye re derveyî xebatên çandî rê nedane ku Kurd xebatan bi meşînin.
Mînak Xoybûna ku di 5 Elûna 1927 dema dijî faşîzma Tirkiye çalak dibe qedexe dikin, gelek jî nûnerên wan bin çav dikin. Pê re ji ber bertekên heyî bi neçarî qedexe radikin lê nahêlin ku Xoybûn xebatên siyasî bimeşîne. Mînaka herî baş mînaka Osman Sebri ye. Osman Sebrî di Bîranînê xwe de tîne ziman ku, ji ber xebatên siyasî tam 11 caran li Suriye derxistine ango mişext kirine. Carekê Osman Sebrî mişexta Madagaskar’a Afrîka dikin. Carekê mişexte Somalî û her wiha dikin.
Dîsa, Fransa di wan salan de tevî ku ji bo kêmneteweyên olî xweserî jî da, lê di 23’yê Hezîrana 1928’an de serlêdana Kurdan a ji bo Xweseriya Meclîsa Damezrîner a Sûriyeyê qebûl nekirîbûn. Halbûkî, daxwazên li vir jî dişibiyan daxwazên li Wîlayeta Mûsilê ya li Başûrê Kurdistanê. Lê Fransa ev ret kirîbû. Bêguman mijar Tirkiye bû. Ji ber tekîliyên xwe yên qirêj rê nedidan ku Kurd jî wek gelên din mafê xwe yê ziman bi destbixin. Rastiya Fransa bêguman ev bi xwe ye.
Lê hêna sosretir mijara Hatayê bû. Fransa ji bo ku Tirkiye kelekê Hîtlerê faşîst negire Hatay pêşkeşî Tirkan kirîbûn. Hêna de 2 elûna 1938’an de li Antakya dewletek tirk ya serbixwe hat avakirin. Piştî 10 heyvan şûn ve jî qaşo Meclîsa Netewî ya Hatayê bi bîryarekî tevlî Tirkiye kirin.
Ger sibê Tirk heman tişta ku li ser Hatayê kirin; ser Efrînê, Cerablûsê, Îdlîbê, Babê, Serêkanî û Grê Spî bikin gerek kes matbayî nemîne. Di demê xwe de ev Fransiya kir niha jî heman tişt DYA û NATO dike.
Bi kurtahî, democrat bûyîn û xwedan derketina mafên mirovan yê Fransa ji bo Kurdan perçekirin û tapisandin bû.
Di sala 1943 de hilbijartina ewil ya Suriye hatibû derxistin û di vê helbijartinê de Şukru El Kûwet bibû serokomarê yekemîn yê Suriye. Suriye di salên 1945’an bibû endamekî fermî yê NY. Û bi fermî Suriye di 17 nîsan 1946 de li gel Mandaya Fransayê kut bû û ragihandibû ku bûye dewletek serbixwe ango serxwebûne xwe îlan kir.
Her çendî gelê Ereb û Kurd taybet li Efrînê de bi pêşengiya: Cemîl Kune, Ehmedê Ruto, Hac Hanan Şêx Îsmaîl-Tevgera Mûrîdan, Îbrahîm Henano, Miho Îbo Şaşo, Reşîd Hecî Reşîd, Mustafa Çolax, Seyde Dike-Birayên Henane dijî Fransiyan piranî bi hevre tekoşîn kiribin jî, bi ferasata netewperestî û rêbazên qirêj ên Fransiyan hêna di salên 1930’de navberê Ereb û Kurdan de hinek pirsgirêk jiyan dibûn.
Dema ku Suriye serbixwe bû şûn ve, ev mijar hêna zêdetir zelal bibû!
Di navbêrên salên 1945-1958’an Suriye di gengeşiyên mezin de derbas dibû. Yek ji bo ku hêzên derve jî tiliya xwe dikirin nava Suriye, yek ji ber ferasata faşîzan ya netewperestî û yek jî bêguman bi siyasetên hêzên Ewropî ya ku wek; perçe bike, pareve bike û rêve bibe tê formûle kirin bû. Ev rewşa hêşt ku bi dehan darbeyên leşkerî dijî parlamento were derxistin.
Darbeya yekem di 30 ê adara 1949 an de di bin fermandeya albay HUSNU ZAIM de-Kurdek- pêk hatibû. Husnû Zaîm ji bo ku Kurd mafên xwe bigirin germ nêz dibû. Lê pê re Samî Hanavî darbeyek derxist û ewil Husnî Zaîm darvekir. Ev kesa jî bi destê kesek din hat kuştin.
Di sala 1951 an de dîktatorê sêyemîn Edîp El Şîşeklî (Çîçeklî) an jî Şîşakî -Hamayî, tevî ku dayika wî Berazî koka xwe Kurd e, -bi biryar bû ku dewletekî Ereb- Misilman ava bike. Di sala 1953 an de destûra bingehîn kire meriyetê. Û pêvajoyên qedexayan bi fermî destpêkir.
Kurd, Suryanî û Ermenî bandorên biyanîbûnê yên wekî danîna navên Erebî li otel, kafe û sinemayan, tenê axaftina bi Erebî li şahî, civîn û festivalan, di hemû komîteyên organizasyonên kêmnetewan de cih girtina.
Tam dijmintiyek Kurdan vi kesî da destpêkirin.
Qanûna Hejmar 1939 û ya bi dîroka 1953’an hinek xalên xwe wiha bûn:
”Xala 1: Di serî de klup, otel, cihên lîstikê, qehwexane, dikkan û cihên xwarinê, nabe ku navên ne Erebî ye li mekanên taybet û giştî were danîn.
Xala 2: Eger di nav mekanên navborî de navekî ku ne Erebî ye hebe, piştî ev qanûn hate weşandin di nav 3 rojan de divê ji aliye xwediyê xwe ve bi navekî Erebî re were guherîn.
Xala 3: Li hemberî ew kesên ku li dijî van xalên navborî tevgeriyane, dê cezaya bi sê rojan girtin û cezaya pereye were dayîn.”
Plakên gramofon ên muzîka Kurdî û weşanên Kurdî hatin desteserkirin û îmhakirin, xwediyên wan jî hatin girtin. Lê ev berteka xurt ne sistematik bû û di şevekî de çênebû.
Qedexekirina dîrok û nasnameya Kurdî rê li ber pêkanînên wisa vekir ku, li gund û navçeyan li ber xwe kirin acil û bergên Kurdî jî hate qedexekirin û komeleyên çandî yên Kurd deryasayî hatin îlankirin.
Di sala 1954 an de, dema Şukru El Kuvvetlî bû Serokê Dewletê, Suriye bilez ber bi çepgiriyê ve şemitî û di salên 1958’an de Suriye bi Misrê re Komara Yekbûyî ya Ereban avakir.
Li Misrê di bin pêşengtiya Cemal Abdulnasir de kurmayên serbest di sala 1952’an de darbeyek pêk anîbûn. Di sala 1953’an de li Misrê Komar hatibû îlan kirin. 1956 Harekata Suveyşê Cemal Abdulnasir dijî Îngîltere û Fransa pêk hatîbû. Û di 1958 Cemal Abdulnasir bibû serokê Komara Misrê. Di sala 1958 de Şoreşa Irakê pêk hatibû. Ev pêşveçûn dema giştî werin destgirtin yê were dîtin ku gav bi gav di nav Ereban de hestên netewî bûyînê û lewra jî netewperestî pir bi lêz pêşdikeftin.
Bêguman bandora van pêşkeftina xwe li Suriye de di serî de dijî Kurdan nîşan da. Pir bi lêzî hinek bîryarên ku dijî Kurdan hatibû girtin wiha bûn:
”1) Bi girtin û ixbara Kurdan û tevgerên siyasî yên nû kirine hedef,
2) Xwestekên Kurdan ên ji bo mafên netewî ji hêla hikûmetê ve bi siyonîzm û emperyalîzmê ve hatiye gîrêdan û tawanbarkirin,
3) Efserên Kurd ji artêşê hatine avêtin,
4) Yên di nava rêxistinên Kurdan de bûne endam hatine girtin,
5) Axaftina Kurdî, kirin û guhdarkirina mûzîka Kurdî hate qedexekirin
6) Qeydên Mûzîkê û weşanên Kurdî hatin komkirin, xwediyên wan û belavkar hatin girtin.
7) Bi destê hikûmetê bi riya Erebên nîjadperest êrîşan birin ser Kurdan
8) Di sala 1960’an de Suriye li dijî Kurdan bi navê ‘Tevgera Mezin’ di çarçoveya qampanyayeke de ji hêla Serheng Serac ve li dijî Partiya Demokrat a Kurdên Suriyeyê hereketa rûxandinê da destpêkirin, 36 serok û bi sedan endam, alîgirê wê hatin girtin, rêberên partiyê girtin avêtin girtîgeha Meze ya Şamê.”
Çima bîryarên wiha? Hincet çi bû?
“Hûn îro tenê dibêjin em mafên xwe yên çand û demokratîk dixwazin, lê ev ji bo ve tenê gava destpêkê ye. Hûnê pişt re ji bo damezrandina Kurdistanê bikevin tevgerê û ji axa Komara Erep a Yekbûyî beşek ax bigirin deynên ser welatê xwe.”
Û dema feraset ev bibe guman nîne ku mijarên wek di 13 mîjdara 1960’an di Sînema Amûde yê rûdan e werin jîn û dijmintiya dijî Kurdan jî pêş bikeve.
Ger darbeya Tirkan ya 27 gulana 1960’an û Şoreşa Elûna 1961’an dijî Irakê bi van pêşkeftinên ku li Suriye de jiyan dibûn werin nirxandin yê were dîtin ku êdî li Suriye de pêvajoyek înkar, tepisandin û serî tewandinê benda Kurdan e…
WÊ BIDOME…
https://www.nuceciwan41.com/ku/2020/02/21/taybet-ferbuyina-siyasete-li-same-gengaz-e/