IDLİB – Krîza li Idlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de derketibû dewam dike. Balafirên şer ên Rûsya li Neyrab a dikeve rojhilatê Idlibê bû cara duyemîn li artêşa Tirk û çeteyên wê dixe. Tê ragihandin ku di êrîşa esmanî de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.
Pêkhatina êrîşê ya di dema hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn de bal kişand.
DUH JÎ RÛSA LÊ DABÛ
Roja Pêncşemê jî li heman herêmê artêşa Tirk a êrîşî hêzên rejîmê kiribû bibûn hedefa balafirên şer ên Rûsya.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirk ve hatibû kirin, hatibû gotin ku 2 leşker mirine, 5 jî birîndar bûne. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê jî ragihandinbû ku 2 leşkerên Tirk û 25 çete hatine kuştin.
Îro ajansa fermî ya Sûriyeyê dîmenên kêliya li tankên Tirk dixin parve kir.
Nediyarkirina bê ka êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin a rayedar û saziyên dewleta Tirk ve jî bal kişand.
HEVDÎTINA PÛTÎN Û ERDOGAN
Di dema êrîşa duyem pêk hat de, Erdogan û Pûtîn bi telefonê bi hev re daxivîn.
ERDOGAN GAV BI ŞÛN VE AVÊT!
Têkildarî hevdîtinê rayedarên Tirk daxuyanî da û hate gotin ku Erdogan ji Pûtîn daxwaz kiriye ku ‘rejîmê bide sekinandin’. Heman Erdoganî roja Çarşemê daxuyaniyek dabû û heta dawiya Sibatê dem dabû Sûriye û Rûsyayê ku vegerin pişt bendên çavêdêriyê.
PÛTÎN: ÊRÎŞÊN TERORÎSTAN FIKARAN ÇÊDIKE
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Kremlînê ve hate dayîn ve ev hate gotin: “Di rojevê de aloziya li Idlbi û rewaş li herêmê hebû. Vîlademîr Pûtîn fikarên xwe yên ji êrîşên komên çete aniye ziman. Bal kişandiye ku divê rêz ji serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê re bê girtin.
DYE: EM LI GEL MUTEFÎKÊN XWE NE
Piştî hevdîtinê bi demek kin, Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî daxuyaniye da û got: “Em li gel mutefîkê xwe yê NATO’yê Tirkiye yê ne.”