BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:
“Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de 28’ê Gulana 2019’an di êrîşa esmanî de 2 hevryên me şehîd bûbûn.
Nasnameya şehîdan wiha ye.
Nasnav: Demhat Botan Nav û Paşnav: Îdrîs Babayîgît Cihê Jidayikbûnê: ŞirnexNavê Dayikê-Bav: Sîdiye-Ahmed Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurk/28’ê Gulana 2019’an |
Nasnav: Rojhat Serhat Nav û Paşnav: Taner Derîn Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayikê- Bav: Guzel – Mûstafa Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurk/28’ê Gulana 2019’an |
Li dijî hewldanên dagirkerina xaka Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve rastî berxwedaneke mezin a gerîlayên Kurdistanê tê. Hevrêyên me yên bi navê Demhat û Rojhat ên di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li herêma Xakurkê hatine destpêkirin de cih girtine, di çalakiyên ku derbên xurt li dijmin dane de pêşengtî kirine û bûne hevrêyên me yên bi lehengî şerkirine.
Hevrêyên me Demhat û Rojhat di nava malbatên welatparêz de hatine dinê û şahidî ji pêkanînên asîmlasyonê ya dewleta Tirk re kirine. Hevrêyên me Demhat û Rojhat ên îlhameke mezin ji felsefeya jiyanê ya Rêber Apo girtine, gihişte wê yekê ku yekane rêya têkoşînkirinê ya li dijî faşîzmê û têkbirina wê tevlîbûna Gerîla ye û cihê xwe di rêzên pêş de girtine. Hevrêyên me heta roja şehîdbûnê jî hemû erkên xwe bi biryardarî û azweriyekê bi serketî bi cih aniye.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û di şexsê hevrêyên xwe yên gihiştine şehadetê de soz didin hemû şehîdên şoreşê em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin. Carekî din şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.”