MERSÎN – Polîsên Tirk ên dagirker bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê spedeyê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan dema ku bi ser malan de girtin her tişt li nava hev xistin û dest danîn ser amûrên dijîtal. Di serdegirtinê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê Feyza Kaya, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Toroslar Cabbar Karabeg, endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya HDP’ê Nûray Aslan, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Nazan Dundar, Cîhan Kokbalik û Ercan Alp hatin destgîrkirin.
Hate gotin kesên ku hatine destgîrkirin belkî zêdetir bin.