STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz têkildarî çalakiyên demê dawî li Stenbolê hatine kirin daxuyaniyek da.
Yekîneyê ev agahî da:
MALTEPE
Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehdî Zeryan Denîz 14’ê Sibatê saetên sibê li dijî navendeke kar a 18 qat a li taxa Cevîzlî ya navçeya Maltepe ya Stenbolê çalakiyek kirin. Agir bi gelek qatên navenda kar ket. Di encama vê çalakiyê de beşek girîng a vê navenda kar bêkêr bû.
FATÎH
13’ê Sibatê li semta Aksaray a naçeya Fetîh a Stenbolê yekîneyên me li dijî avahiyeke duqat a hate tesbîtkirin ku girêdayî faşîstan e çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de avahî bi temamî hate îmhakirin.
2’yê Sibatê jî li navçeya Fetîh a Stenbolê avahiya du qat a girêdayî hevkarên desthlata faşîst a AKP-MHP’ê bû hedefa yekîneyên me. Di vê çalakiyê de avahî bi temamî hatiye rûxandin.”