NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a navenda wê li Londonê ye têkildarî şerê li Idlibê agahî parve kir.
Li gorî rêxistinê, di nava 24 saetên dawî de balafirên şer ên Rûsyayê 160 carî herêma başûrê Idlibê bombe kirin.
Hêzên rêjîma Sûrî jî pêşde çûn û 7 navendên din jî xistin bin kontrola xwe.
Li gorî daxuyaniyê deverên ji hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatina xelaskirin ev in:
“Şêx Damis, Hantûtîn, Rikaya, Til Nar, Kefer Secnê, Şêx Mistefa û Neqîr.”
Li ser rêya M4 a di navbera Heleb û Lazkiyê de jî artêşa rêjîmê dest bi tevgereke leşkerî kir.
Li gorî rêxistina çavdêriyê di encama şerê 24 saetên dawî de 11 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
Di vê navberê de artêşa Tirk a dagirker ku demên dawî derbên giran li Idlibê xwarin, bi avakirina baregehên nû dixwaze esker û çeteyên xwe biparêze.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ragihand ku li Başûrê Idlibê artêşa Tirk a dagirker 4 baregehên nû yên leşkerî ava kirine.
Bi vî awayî li seranserê Idlib û derdora Helebê, hejmara baregehên artêşa Tirk a dagirker derket 43’an.
Wekî din bin armanca destekdayîna çeteyên El Nusrayê, artêşa Tirk a dagirker hejmareke zêde ji esker û çekên giran dişîne herêmê.
Herî dawî şevê din di deriyê sînor ê Kefer Losîn re 100 tank û erebeyên leşkerî derbasî aliyê Idlibê hatin kirin.