RIMÊLAN – Kongreya 8’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” îro sibeha li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo pêk hat. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûn.
Endamê Partiya Sûrî ya pêşerojê Îbrahîm El Qeftan axivî û wiha got; ez Kongreya 8’emîn a Partiya Yeîtiya Demokratîk pîroz dikim, hemû partî xwedî şehîdên û xwedî xweseriyê ne. Di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: Di derbarê Demokratiyê de û di derbarê têkoşîna partiya de wê demokratîk were bidestxistin, bijî Sûriya azad a demokratîk.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso jî wiha anî ziman: Di serî de vê Kongrê li tevahî Şehîdên berxwedana Cenga Rojava pîroz dikim. Zehmetiyên Partiya Yekîtiya Demokratkî ji destpêka damezirandina xwe de gelekî mezin bûn, lê belê partiyê karîbû van zehmetiyan derbas bike, bi saya baweriya endaman bi azadiyê, demokratîk û riya berxwedanê. Partiya Yekîtiya demokrat ji destpêka raperîna Qamişlo tekoşînek pir mezin kir li dijî siyaseta Bees û karîbû rastiyê berbiçav bigre û li ser bingeha siyaseta Demokratîk û Tekoşîna Civaka Demokratîk karîbû berxwedana gel ava bike, ew bêjeya şoreşê li Rojava û li tavahiya Sûriya bû, her wiha ku îradeya partiyê ji kiryarên terorîstan bi hêztir bû.
Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de Kongreyê 8’emîn ya partiyê pîroz kir bi hîviya aştiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re.
Bi navê serokeşîrê li Bakur û rojhilatê Sûriyê Sabit Cewher axivî û wiha got: Bi navê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em lidarxistina vê kongreya we a 8’emîn pîroz dikin.
Cewher di dawiya axaftinên xwe nîşan kir ku Patiya Yekîtiya Demokrat bawere di rastkirina mafan, û projeya Rêveberiya Xweser hilbijart jî wê bighêje Sûriyek Demokratîk.
Kongrê dê sibe berdewam bike, rêzikname dê were nîqaşkirin û hevserokên nû werin hilbijartin.