QAMIŞLO – Duh, xebatên kongreya 8’emîn a PYD’ê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo dest pê kiribû. Kongre bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em dagirkeriyê têk dibin, Rêveberiya Xweser bi pêş dixin û Sûriyeke demokartîk ava dikin” li dar dikeve. Di kongreyê de 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê amade ne, her wiha mêvan ji nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî -Tevgera Guhartin, Partiya Yekitiya Suryan, Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî û civakî, nûnerên ji partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji rêxistinên jinan û ciwanan, nûnerên ji eşîrên Kurd û Ereb û kesayetên rewşenbîr û akademîsyen, amade bûn.
Di roja yekemîn de rapora giştî ya meclisa partiyê, rapora meclisa jinan a partiyê û raporên buroyên partiyê hatin xwendin. Tê payîn ku ev rapor îro bên nîqaşkirin, piştre bernameya siyasî ya partiyê û rêzikname bên xwendin û nîqaşkirin.
Îro dê hevserokên partiyê û endamên meclisa giştî jî bên hilbijartin.
Kongre ji çapemeniyê re girtî didome.