NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:
“Li dehma gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawa hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kirine. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştine, 2 leşker jî birîndar bûne.
Ji ber bombebarana artêşa Tirk a li ser herêmê eynî rojê welatetiyekî me yê sivîl şehîd bûye, 2 welatiyên me yên sivîl jî birîndar bûne. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên şer û keşfê çêbûye.”