AMED – Li Gundê Çemê Elika yê navçeya Liceyê eskerên dagirker ku derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin.
Eskerên dagirker ku li herêma Gundê Çemê Elika û Gezanê yên Navçeya Liceyê ya Amedê derketin operasyonê kûçikên gundiyan kuştin. Eskerên ku bi maşîneyên zirxî derketin operasyonê li malan û axurên sewalan lêgerîn kirin. Dema eskeran bi ser gundan de girt û li malan lêgerîn kirin, kuçikên ku reyan hatin eskeran, eskeran gule berdan kuçikan û kuçikên gundiyan kuştin. Hat diyar kirin ku piştî operasyonê telefonên gundiyan jî hat qutkirin û şebekeya telefonan nekişand.