NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz daxuyaniyek weşand û li ser çalakiyên xwe yên li Amed û Stenbolê agahî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên sîstemê yên ku ciwanên me yên leheng ber bi çirava narkotîkê ve dehf didin, bi madeyên kîmyewî hewl didin wan bikin mîna robotan, ji çand, ziman û rastiya wan dûr bixînin, bila zanibin ku wê bi ser nekevin. Li her derê her tim wê bibin hedef. Ya wê vê jiyana kufikî biterikînin ya jî heta ku biterikînin wê têkoşîna me dewam bike.”
ÇALAKÎ
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “20’ê Sibatê li taxa Alî Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê du karkerên sîstemê bi navê Eyup Çelîk û Bekîr Çelîk ên ciwanên me ber bi çirava bazirganiya narkotîkê ve dehf didin hatin hişyarkirin, cezakirin. Li navçeyên Baglar, Sûr û Peyasê yên bi dijmin re hevkariyê dikin ji aliyê me ve hatine tespîtkirin. Ev yek hişyariya dawî ye ji bo wan.
21’ê Sibatê li taxa Kaynartepe ya navçeya Baglar a Amedê marketa sîstemê BÎM ji aliyê me ve hate şewitandin û xisara madî lê bû.
22’ê Sibatê li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê atolyeyeke hevkarî bi dijmin re dikir ji aliyê yekîneyên ve hate şewitandin û xisara madî lê bû.”