SILÊMANÎ – Li Başurê Kurdistanê boykotkirina kel û pelên Tirkî her ku diçe berfireh û mayînde dibe. Boykot rojane êdî wek çandekî li Başurê Kurdistanê di nav jiyanê de cihê xwe digire.
Cotmeha sala 2019’an li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo boykota malên Tirkî pêngavek hat pêşxistin. Pêngava di demeke kurt de li her devera herêmê belav bû, hê jî didome. Bi pêşxistina boykotê li Başûr kargehê berhemên xwemalî û kirîna berhemên xwemalî her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî daneyên Rêveberiya Pîşesazî ya Silêmaniyê, di sala 2019’an û destpêka sala 2020’an de nêzê 30 kargehên cûda cûda destûra karkirinê wergirtine.
Yek ji van kargehan ku salekiye destbikar kiriye ‘Kargeha Kaşo’ e. Kargeha Kaşo, berhemên wek zeyt, sabûn, avabacana hwd. Di hawirdokerek sirûştî û tendirustî de berhem tê çêkirin.
‘Piştî pêngava boykotê berhemê me du kat tê firotin’
Derya ya ku wek karmend li kargehê kar dike, derbarê çêkirina berheman de axifi. Derya: “Ez berhemê ku li vir tê çêkirin hemû di bin hawirdorek sirûştî de çêkirin û hîç maddeyek kîmyayî nayê bikaranîn. Ev zeytê ku li vir tê çêkirin zêde têne firotin. Piştî pêngava boykotê jî hîn bêhtir ji alî gel tên xwestin. Kampanyaya boykota kel û pelên Tirkî, me bawer nedikir encamgir bibe lê belê berhemên me bi boykot firotina wî du kat zêdetir bû. Bangawaziya min ji bo hemwelatiyan ew e ku kel û pelên Tirkî nexweşî çêdiki bila nekirin. Bila berhemên xwemalî bikirin.”
‘Bi boykot me navendek din jî vekir’
Yek ji rêveberiya Kargeha Kaşo jî di derheqê berhemên xwemalî û boykotê de wiha axivî: “Em li vir çend berhemê zeytên sirûştî çêdikin. Em wek Kargeha Kaşo tendurîstiya gel esas digirin. Berhemên me li hember ew berhemên ku li bazarê tê firotin û nexweşî çêdikin bi taybetî jî berhemên Tirkî, berhemên me sirûştiye. Berhemên nexwemalî yê li derveyî bazarê nexweşî çêdikin. Bi demekî hemû dibe nexweşî. Kampanyaya boykirina kel û pelên Tirkî jî bandora pir erênîbû. Beriya boykotê cîhê Kargeha me piçûktir bû lê piştî boykotê ji ber ku gel kel û pelên Tirkî boykot kir, berhemê xwemalî hat firotin. Dîsa beriya boykotê navendek me hebû bi boykot ve me navendek din jî vekir. Ta ku berhemên Kurdî hene pêwîste hemwelatî kel û pelên Tirkî nekirin, kel û pelên xwemalî bikirin.”
Li Başurê Kurdistanê boykota malên Tirkî berdewam e.