NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Giştî ya PYD’ê têkildarî şewata li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Şewata îro ya li Îmraliyê hem ji bo me hem jî ji bo gelê me bû sedema fikar û metirsiyên mezin. Balkêş e ku ev şewat di salvegera hevdîtinên Dolmabahçeyê de pêk tên. Lewma jî ev rewş teqez ne ji rêzê ye û fikar û gumanên me û gelê me zêde dikin. Ji ber vê yekê jî hem em wek partî, hem jî gelê me metirsiyên xwe yên der barê rewşa rêber Ocalan de tînin ziman û divê parêzer demildest biçin Îmraliyê, hevdîtinê pêk bînin û daxuyaniyekê bidin da ku ev fikarên me ji holê rabin.
Em bang li gelê xwe jî dikin ku heta ku li Îmraliyê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê û daxuyaniyek tê dayîn ku ewlehiya wî û rewşa wî ya tenduristiyê baş e, li qadan bin û çalakiyan li dar bixin.”