NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya TEV-DEM’ê der barê şewata li Îmraliyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:
“Şewata li Îmraliyê ne bûyereke ji rêzê ye. Ev rewş, dûrî îşkence û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nîn e ku ev 21 sal e dewam dike. Der barê sedema şewatê de fikar û metirsiyên me yên mezin hene.
Ji bo ku sedemên şewata li Îmraliyê werin eşkerekirin û der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de agahî bi dest bikevin û ji raya giştî re bên parvekirin, divê hem şandeyên serbixe hem jî parêzer demildest biçin Îmraliyê. Ji bo vê yekê jî divê gele me, rêxistinên me yên siyasî û civakî timî li ser pêyan bin û çalakiyan li dar bixin, ji ber ku xwedîderkerina li rêber Ocalan berpirsyariyeke dîrokî ye. Roj roja xwedîderketina li Rêbertî ye. Roj roja çalakiyên berpirsyariya dîrokî ye.”