NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyonên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) derbarê rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Bi milyonan kes li benda agahiyên ji Îmraliyê ye. Ligel ku ev rewş tê zanîn şewata li Îmraliyê wekî bûyereke ji rêzê hatiye ragihandin. Vê helwesta dewleta Tirk a dagirker, di şexsê Rêber Apo de li me hemûyan hatiye kirin. Divê em bînin bîra dewleta Tirk ku bi agir nelîze!
Ciwanên Kurd û enternasyonal di serî de em bang li hemû kesan dikin, heta ku ji Rêber Apo agahî were stendin, divê em bênavber çalakiyan li dar bixin.”