SILÊMANÎ – Li ber Baxê Giştî ya li Silêmaniyê, ji bo agahî ji rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were girtin, bi sedan kes dest bi meşê kirin. Meş di van kêliyan de di nava bajêr de berdewam dike.
Xwepêşanderên wêneyen Ocalan bilind kirine, dirûşmên, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Erdogan baş bizane, Rêber Apo xeta me ya sor e”, “Bijî Rêber Apo” berz dikin.