ÇEMÇEMAL – Ciwanên Welatparêz ên herêma Kerkûk li Çemçemal ji ber şewata ku li Îmralî derketiye daxuyanî dan. Ciwanên Welatparêz, li kaleya Çemçemal daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Ciwanê bi navê Dersim Germiyanî ve hate xwendin.
Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz wiha ye;
“Ev agira ku li Îmralî derketiye berdewamiya Komploya Navnetewi ye. Armanca wê agirê tunekirina Rêber APO ye. Em ji vir xwedî li Rêberê xwe derdikevin. Ev rewşê em qebûl nakin. Ji bo Rêber APO em amadene ku canê xwe fêda bikin. Rêber APO dibêje, ‘Li vir mirin nîn e, kuştin heye’ armanca vî axaftina wî li nav Îmralî hewldana tunekirinê heye. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin em ê her der bikin agir û bicanê xwe em ê Rêber APO biparêzin. Em bangawaziya hemû mirovatiyê dikin li hember vî rewşî bêdeng nemînin.’’
Çalakî bi sloganên ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’ bi dawî bû.