ŞEHBA – Piştî belavbûna nûçeyên şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dest pê kirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Şehbayê meşek bi beşdarbûna şêniyên kantona Efrînê hate lidarxistin. Meş ji ber stada Babnis a li gundê Babinsê destpê kir. Di meşê de meşele û posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin hildan û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.
Meş li kolanên sereke yên gund geriya û li Qada Bazar veguherî mîtîngê.
Li vir deqeyek rêz hate girtin. Berdevkê Komîteya Ciwanên Sûriyê Reşîd Suleyman axivî û ev tişt anî ziman: “Deweleta Tirk a faşîst dixwaza îradeya ciwanan bi rêya şerê taybet bikuje. Rêber Abdullah Ocalan ji beriya 21 sal di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye û tecrîdek girankirî li ser wî hatiye ferzkirin. Em şagirtin û ciwanên Rêber Abdullah Ocalan û fikirê wî hilgirtine. Em dest ji rêberê xwe bernadin, tu kes nikara îradeya ciwanan bişkîne, em ê heta azadiya rêber Apo li ser xeta wî bimeşin.”
Mîtîng bi qîrkirina dirûşmeyên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.