ŞENGAL – Li dijî şewata ku li Imralî derkrtibû bi dehan ciwan li navenda yekîtiya Ciwanên Êzîdî a Şingalê li hev kom bûn. Meşa ku di pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî (YJCÊ) pêk hat ji pêşiya Navenda Ciwanan a Şingalê hate bi nava sukê berdewamkir. Di meşe de alên Ciwanan û weneyên Serok APO hatin rakirin û diruşmyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok APO” , “faşîst Erdogan” hatin avêtin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî Xelîl Şengalî ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Em weke Yekîtiya Ciwanên Êzîdî baş di zanin ku ev agirê ku li Îmralî derketiye bi zanebune û bi destê dewleta tirk a faşîst e. Em weke Ciwanên Êzîdî em ê tu caran van êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk qebul nakin”.
Çalakî bi diruşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.