NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Silêmaniyê li ser şewata ku li girava Îmraliyê derket çalakî li dar xistin. Ciwanan li ser çiyayê Azmar yê Silêmaniyê bi agir “APO” nivisîn.
Ciwanên Silêmaniyê duh şev li ser çiyayê Azmar yê Silêmaniyê bi agir navê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nivisîn û şewata ku girava Îmraliyê derket, protesto kirin.
Ciwanan diyar kirin ku derketina şewatê êrîşeke li dijî Rêber Ocalan e. Ciwanan dan zanîn ku ewê li dora Ocalan bibin xelekek ji agir. Ciwana diyar kirin ku heta agahî ji rêber Ocalan neyê girtin wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Ciwanan li ber agirê ku navê Ocalan pê nivisîbûn dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe’ avêtin.