NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Dersim, Şehîd Savaş Amed, Şehîd Delal Amed û Şehîd Sakîne Cansiz bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin, “Her roja ku hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin wê agirê me mezin bibe û her derê bişewitîne.”
Li gorî daxuyaniyê çalakiyên ku ji aliyê yekîneyan ve hatin kirin wiha ne:
AMED
“Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li Amedê li taxa Şehîtlîk a navçeya Baglarê di 27’ê Sibatê de li dijî polîsên TV ên hewl didan bi pêkanînên GBT’ê êşkenceyê li gelê me bikin bi teqemeniyê çalakî hate kirin. Hejmara dijminên birîndar nehate zelalkirin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê 3 wesayitên AKP’iyan û hevkarên wan ên tetîkkêşên şer in, hatin şewitandin.
MERSÎN
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed li navçeya Tarsûsê marketeke hevkarên TC a faşîst şewitand.
STENBOL
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz di 27’ê Sibatê de li ser rêya bejahî ya Stenbol-Sîlîvriyê, qemyoneke li qada parka wesayitên giran û 3 wesayitên faşîst ên piştevanên AKP-MHP’ê şewitandin.”