STENBOL – Yekîneyan gotin: “Heta agahiyek ji Rêber Apo neyê girtin, wê çalakiyên me bê navber dewam bikin.”
Yekîneyên Tolhildanê ev agahî da:
“Endamên Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan 26’ê Sibatê di saet 23:00’yê şevê li taxa Hacikadin a Fatîh a Stenbolê li dijî avahiya du qat a çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî AKP’ê lê bi cih bûbûn çalakiyek sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de qata yekem a avahiyê bi tamamî îmha bû. Têkildarî hejmara kuştiyên DAÎŞ’î yên AKP’î ti agahiyek zelal nehate girtin.
Divê dewleta Tirk baş bizane ku en neferên tolhildanê yên gelê Kurd ê bi îdelolojiya Rêber Apo têkoşîna azadiyê didin. Em ciwanên Kurd ên bi vê îdelolojiyê ve bi rêxistinkirî çalakiyan dikin, em li her derê ne û di berxwedanê de ne. Li dijî ‘şewata li Îmralî’ ya dewama komployê ye, qet bêdeng namînin. Heta agahiyek ji Rêbertiya xwe bigirîn, heta hevdîtin pêk bê, li Kurdistan û metrepolên Tirkiyeyê bê navber wê çalakiyên em yên li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê bidome.”