DUÎSBURG – Piştî şewata biguman ya duh danê sibê li girava Îmraliyê derketibû, îro jî Kurd û hevalên wan daketin qadan.
Bi xwesteka parêzer û desteyeke serbixwe herin girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelan Ocalan ra hevdîtinê pêk bînin îro saet 18.00an li navenda Duîsburg Konigstrasseyê bi dehan Kurdistanî mitîngekê li dar xistin. Bi dirûşma ‘Rê Nede Tecrîdê’ Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan yên Azad tevlî çalakiyê bûn. Daxuyaniya ku li vir hate kirin da endîşeya gelê Kurd û dostên wan ya ji bo tenduristiya Rêberê Gelan Ocalan hate gotin. Agahiyên di çapemeniyê da cî digire û tê gotin ku li girava Îmraliyê da şewat derketiye hatin bîr xistin û hate gotin ku ” Em ji bo tenduristî û jiyana Ocalan bifikar in. Gelê Kurd yê ku dibêje Ocalan rêberê min e û ew vîna min e, êdî vê tecrîdê qebûl nake û dixwaze bi lezûbez ev tecrîd bê rakirin”.
Di bangewaziya ji Sekreteriya Konseya Ewropayê û CPTya girêdayê wê da hate xwestin ku erk û berpirsyariya xwe bînin cî. Di çalakiyê da tim dirûşmên “Ji Ocalan ra Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Ocalan gel e, gel em in” bi Kurdî û Elmanî hatin qîrîn.